Malbata Taybet İnan: Xwestin me hemûyan bi hev re qetilbikin
13:59
JINHA
ŞIRNEX - Malbata Taybet Înan a di qirkirinên nijadiyên Silopiya de qetilkirin û cenazê wê hefteyekê li erdê hêlan gotin; "Em li saziyên dewletê digeriyan, di gotin; 'navnîşan bidin hun dikarin cenaze bigirin.' Bi wê baweriyê Yusuf Înan derket, ew jî qetilkirin. Carekdinê jî ji bo girtina cenaze em geriyan, lê cardin jî bi armanca qetilkirinê em gulebaran kirin.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê 37 rojan berdewam kir dîmenên şer derketin holê. Wêneyê zilmê ya herî ber bi çav jî qetilkirina Taybet Înan (57) a dayîka 11 zarokan bû. Cenazeyê Taybet tam 7 rojan li kolanê ma, kesên malbatê yên xwestin biçin cenaze werbigirin jî ji aliyê tîmên taybet û ponzeran ve hatin gulebarankirin. Kesên malbatê yên bi saziyên dewletê re hevdîtin pêk anîn û li ser vê yekê xwestin cenaze li kolanê werbigirin jî hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Yusuf Înan ê ji bo cenase bigire çû jî hate qetilkirin.
'Ji ber êrîşan hatibû mala me'
Ji cîranên Taybet, Ahmet Kozay anî ziman ku Taybet wê rojê ji ber êrîşan ketiye bodruma mala wan. Ahmet destnîşan kir ku ji ber gulebaranê mal şewitiye, dema xwestiye biçe malê kontrol bike, çi kirine jî nekarîne Taybet bidin rawestandin. Ahmet da zanîn ku Taybet ji wan re gotina "Ez sivîl im, pîr im dê gule bernedin min" bi kar aniye û xwestiye biçe malê, dema ku derketiye kolanê cu caran dengê çekê hatiye. Kozay got ku dema ji baxçe li derve mêze kirine cenazeyê Înan di rê de dîtine.
'Dema ku me xwest cenaze bigirin em gulebaran kirin'
Halît Înan jî anî ziman ku hevsera wî ji mala cîranan xwestiye derbasê malê bibe, li pêşberî wan 50 metre durî wan tîmên taybet û panzeran gulebaran kirine. Halît destnîşan kir ku xwestine ji bo alîkariyê biçin lê tîmên taybet ew jî gulebaran kirine û wiha axivî: "Piştre birayê min Yusuf Înan jî hate alîkariyê lê ew jî hate kuştin. Cenazeyê Taybet li wir 7 rojan li erdê ma. Bi tu awayî nehixtin em biçin bigirin. Em bi kê re axivîn, çareserî nebû. Em bi emniyetê re axivîn ji me re gotin navnîşanê bidin. Ligel ku agahiya wan hebû jî careke din gulebaran kirin. Vê carê jî bombe avêtin malên me. Dema em bi alên spî ve çûn bigirin dîsa gulebaran kirin. Di esasê xwe de dixwastin malbata me li wir kom bikin û bikujin."
'Me kesê ku Taybet kuşt dît'
Aycan Înan jî bilêv kir ku jintiya wê ji ber êrîşan xwe spartiye mala cîran, kesên ku Taybet qetil kirine 50 metre durî wan ji hundirê avahiya duqatî gule berdane. Aycan destnîşan kir ku tîmê taybet ê ku Taybet qetil kiriye dîtine û hewl dane bi alên spî cenazeyê jintiya wê bigirin lê vê carê ew jî hatine gulebarankirin, di encama gulebaranê de hevserê wê jî hatiye qetilkirin û wiha axivî: "Dema ku em wan re diaxivîn ji me re digotin biçin cenaze begirin. Em diçûn vê carê me gulebaran dikirin. Me xwest bi ala spî ve cenaze werbigirin lê nebû. Li avahiya duqatî ya li pêşberî kolanê tîmên taybet hebûn. Dema em ji malê derdiketin gulebaran dikirin. Ji ber vê yekê em dernediketin. Em ê li pey vî zilmê bernedin. Em ê hesabê vê yekê bipirsin."
Aycan got ku hem ji bo jintiya wê hem jî ji bo hevserê wê ambulans xwestine lê ambulans ji aliyê panzeran ve hatine astengkirin. Aycan ev tişt anî ziman: "Hevserê min Yusuf jî ji bo cenazeyê Taybet bigire çû lê ew jî hate qetilkirin. Li ber malê ew kuştin, destur nedan ji malê derkeve. êvarê saet di 7'an de hevserê min birîndar kirin qasî 7 saetan birîndar ma. Ji ber ku nekarîn bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dema ku me hem ji bo Taybet, hem jî ji bo hevserê min ambulans xwest, panzeran ambulans radiwestandin. Dema ku me hewl dide ku biçin wê derê vê carê jî me gulebaran dikirin."
(zt)