Cenazê 5 welatiyên li Cizîr jiyana xwe jidest dane birin Şirnexê

14:15

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyên 3 kesên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên endamê Meclîsa Şaredariyê Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan ên ji bo rakirina cenazeyan çûn taxa Cûdî, lê ew jî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin, birin Şirnexê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin êrîşa hêzên dewletê de ye cenazeyên Serhat Altûn, Ahmet Tûnç, Mehmet Kaplan, Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li aliyê din cenazeyê kesekî nasnameya wî nehatibû diyarkirin ên duh bi cenazeyên Axîn Kanat (16), Reşît Eren (17) û Hazal Konûr (20) ji bo otopsiyê ji Silopiyayê rakirin Şirnexê, di encama teşxîsa ji aliyê malbatê ve hat kirin de derket holê ku Mehmet Şîrîn Ozdek e.

(zt)