Li ser banga BİKG'ê 1000 jin tên Amedê
14:17
JINHA
STENBOL – Di çarçoveya kampanyaya “Mirin na, em ji aliyê jiyanê ne” ya Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê dê 1000 jin bên bajarê berxwedanê Amedê û nobeta aştiyê bigirin.
Kampanyaya “Mirin na, em ji aliyê jiyanê ne” ya Heldana Jinan a ji bo Aştiyê ku di 15’ê Çileyê de li ser medyaya civakî dabû destpêkirin rastî eleqederbûnek mezin hat. Jinên ku li dijî qetlîamên dewletê ya li Kurdistanê kampanyaya aştiyê dan destpêkirin, li ser medyaya civakî û steyên webê jin peyama “Em aştiyê dixwazin ji ber ku…” li ser navê xwe parve dikin. Di çarçoveya kampanyayê de bi tevlibûna hezar jinan dê di 31’ê Çiliyê de roja yekşemê saet di 13.00’an de li Qada Kadikoyê çalakiyek girseyî bê li dar xistin.
Her wiha jinên ku tevli kampanyayê dibin, di çarçoveya aştî, heqîqet, muzakere û çareseriyê de nivisên ku 100 karekterî derbas neke li ser pot, dest, dîwar, mitfex, tezgah û bixwaze li ku derê binîvisîne dê binivisîne wêneyê xwe bikişîne û li ser medyaya civakî parve bike. Dê peyamên ku bên nivisandin di 31’ê Çileyê de ji bo aştî û heqîqetê li Kadikoyê bê xwandin û banga “Em bibin 1000 jin” bê kirin.
Banga tevli nobeda aştiyê bibin
Ji aliyê din ve jî dê jin li Taksîm, Bakirkoy û Kadikoyê stantên aştiyê vekir û aştiyê vebêjin û îmzeyan kom bikin. Îmzeyên ku bên berhevkirin jî dê di 2’ê Sibatê de jin radestî Serokê Meclisa Enqereyê û nûnerên partiyên siyasî bikin.
Dê kampanya bi tevlibûna hezar jinan a nobeta aştiyê ku di 6-7’ê Sibatê de li Amedê pêk bê bi dawî bibe. Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê jî hem ji bo tevlibûna çalakiya Kadikoyê û hem jî nobeda aştiyê ya Amedê banga tevlibûnê kir.
Tê armanckirin ku bi tevlibûna hezar jinan li Amedê nobeta aştiyê pêk bê.
(zt)