'Cewherê jinê di rêverberiya xweser de dibiriqe'

15:31

JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê 2. salvegera Rêveberiya Xweser nirxandin. Jinan diyarkirin ku Rêveberiya Xweser serketine ji bo jina Rojava û hîna bêtir vîna jinê derkete holê.

Rêveberiya Xweseriya Demoratîk di 21'ê Çileya 2013'an de li Kantona Cizîrê hatibû ragihandin. Du sal bi ser îlana Xweseriyê ya Kantona Cizîrê derbas dibe û ji pir milan ve hem sîstema xweseriyê hem jî pêşketinên ku bi xwe re anî, bû mijara gotûbêjan. Bi taybet tevlîbûna jinan di vê pergalê de ciheke taybet girt. Jinên bajarê Hesekê di vê mijarê de wiha gotin: "Êdî jinên Rojava bûne mînaka jinên azad ji jinên cîhanê re. Jixwe ji pir aliyên cîhanê yên ku bi pergala Xweseriya Demokratîk û destketiyên wê ji bo jinê hesiyan berê xwe dan Rojava û serdana vir kirin."

'Em soz didin ji bo vê pergalê kar bikin'

Jina bi navê Nişmiya Şêxo nêrînên xwe di derbarê Rêveberiya Xweser de wiha anî ziman, "Destpêkê ez careke din salvegera rêveberiya xweser li hemû cîhanê pîroz dikim, ji ber ku ev pergal êdî ne tenê gelê Kurd, tevahî cîhan jê sûd digre. Ji dema ku xwerêveberin hatiye ragihandin ji bo pir derdorên ku pergalên desthilatdar napejirin û li pergaleke nû ya demokratîk û wekhev digerin bûye îlham û çavkanî. Em wek jin soz didin ku em ê ji bo vê pergala pêşketî û pîroz kar bikin, heya ku em van serkeftinên bêdawî zêdetir bikin û vê pergalê li hemû cîhanê belav bikin."

'Jinên Rojava bala cîhanê kişandine'

Emşa Emîn jî wiha axivî, "Destpêkê ez vê pergalê û deskeftiyên wê li xwediyê vê ramanê Rêber Apo û li her kesê/a ku ji bo vê pergalê kar kiriye pîroz dikim. Jinên Rojava di hemû qadên berxwedanê de têkoşîn dikin û bala hemû cîhanê kişandine ser xwe û bûne mînaka jinên şoreşger ên her çar aliyên cîhanê. Jinên Rojava bûne mînak û pêşeng ji bo jiyaneke xweser û demokratîk. Hemû jin dixwazin ku bigihîjin lehengiya jina Kurd. Jin di Rojava de xwedî hêzeke bêdawî ye, lê bi ragihandina Rêveberiya Xweser re zêdetir jin bihêz bû. Mînaka herî ber bi çav jî jin di rêveberî, siyaset, dîplomasî û aboriyê de roleke berçav girtine ser milê xwe. Lewma bû sedem her kes dixwaze binase ev çi hêz û vîn e ku jin bi riya wê ev hêz girtiye. Helbet ev hêz hêza Rêveberiya Xweser e ku bi reng û cewherê jinê birêvebirina civakê birêxistin dike. cewherê jinê di rêverberiya xweser de diteyîse."

(gb-ee/rc)