Li ser taxên Cizîrê yên berxwedanê êrîşên giran

17:15

JINHA

ŞIRNEX - Li ser taxên Cudî û Nurê êrîşên bi tang û topan giran bûn. Ji ber êrîşan li her du taxan gelek mal xirabûn.

Dewlet di roja 38'an de li Cizîrê êrîşên xwe berdewam dike. Di serê sibihê de hêzên dewletê Taxên Cudî û Nur bi tang û topan êrîş kir. Di saetên nîvro de top baran zêdetir kirin. Ji herdu taxan dumanên agir bilind bûn. Wesayitên zirxî taxan raste rast gule baran dike.

(dt/zt)