Jinên Meşa Botanê: Emê biçin warê berxwedanê bedena xwe bikin mertal
17:15
JINHA
MÊRDÎN – Li ser banga DBP û HDP'ê ji bo piştgiriya berxwedana Botanê ji gelek bajaran bi pêşengiya jinan sedan welatiyan berê xwe dan warê serhildanê Nisêbînê. Jinên di nava Meşa Botanê de cîh girtin û li Nisêbînê gihan hev gotin: "Emê dayîkan li hember şerê AKP’ê bisekinin. Em ê biçin li navçeyên berxwedanê bedena xwe bikin mertal û tevlî berxwedanê bibin."
Welatiyên bi pêşengiya DBP û HDP'ê ji bo hevgirtina bi berxwederên Botanê re derketîn ji Wan û Mêrdînê gihiştin Nisêbînê. Çalakvan meşê li Taxa Girêmîra a Nisêbînê dest bi çalakiya nobetê kirin. Welatiyên ku tevlî gava yekem a Meşa Botanê bûn derbarê çalakiyê de axivîn. Dayîka bi navê Zelîha Gunay ku ji Mêrdînê beşdarî meşê bûye, diyar kir ku ew ji bo şerê tevkujiyê asteng bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Botanê derketine rê. Zelîha got ku dê li hemberî kesê şer disipêrên wan şer bikin. Zelîha da zanîn ku cenazeyê wan bi rojan li kolanan dimînin û ew van pêkanîn qebûl nakin.
'Li hemberî êrîşan em dê li berexwe bidin'
Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê ya Wanê Perîxan Aslan jî anî ziman ku ji bo berxwedana Cizîr û Silopî slav bikin û piştgiriyê bidin hatine Nisêbînê. Perîxan daxuyand ku dê wek dayikan li hember şerê AKP’ê bisekinin û ew ê biçin li navçeyên berxwedanê bedena xwe bikin mertal û tevlî berxwedanê bibin. Perîxan diyar kir ku ji bo ew xwînê rawestinîn dê ligel hemû astengiya jî biçin Cizîr û Silopiyê û birînên gelê xwe bipêçin. Perîxan got ku heta êrîş li ser gelê wan hebe dê liberxwe bidin û xwedî li cangoriyên xwe derbikevin.
(bg/zt)