Ji 4 Jinên ji bo girtina Hêlîn çun agahî nayên girtin
18:56
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê 4 jinên ku Helîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû birîndarkirin û DMME'ê jî derbarê wê de biryara tedbîrê dabû dibirin nexweşxaneyê bûn hedefa gulebarana polîsan.
Li taxa Cudiyê ya Cizîra Şirnexê, 4 jin serê sibê ji bo Hêlîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû birîndarkirin û DMME'ê derbarê wê de ji bo birina nexweşxaneyê biryara tedbîrê dabû bibin nexweşxaneyê çûn taxê. Jinên ku di bin agahiya Midiruriyeta Polîsan a Cizîrê de çûn taxê, dema Hêlîn ji taxê derdixistin ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin. Hat zanîn ku di nava de Hevseroka Meclisa Gel Asya Yuksel jî heyî gelek welatî birîndarbûn.
Ji jinan agahî nayên wergirtin. Ji jinên ku taxa lê ne tê gulebarankirin tu agahî nayên wergirtin. Her wiha hat ragihandin ku ji ber êrîşan destûr nayê dayîn ku tu kes biçe taxê.
Gulebarana taxê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.
(zt)