Jinên Êzidî: Hember êrîşan perwerde û rêxistinbûn girînge
09:01
Sosin Xanê-Ruken Dêrik/JINHA
DÊRIK- Jinên Êzidî ên Kampa Newroz yê bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk yê li hember jinan bi tundî şermezar kirin û wiha gotin, "Hem DAIŞ û hem jî Erdogan jin hedef digrin. Li hember êrîşan perwerde û rêxistinbûn girînge."
Li bakûrê Kurdistanê piştî hilbijartinê li hember êrîşên dewletê gel xwerêveberin îlankir. Hikûmeta AKP'ê yê ku vîna gel ji nedîtî ve tê, bi îlankirina qedexeya derketina kolanan re sucê şer pêk tîne û gelek sivîl di serî de jin û zarok digre hedefê û qetil dike. Jinên Êzidî ên Kampa Newroz ya bajarê Dêrika Kantona Cizîrê bertekên xwe li hember qetlkirina sivîlan anîn ziman û diyar kirin ku divê jin li hember desthilatdariyê bibe yek.
'Jin û zarok rastî kuştinê tên'
Zehra Şingal di despêka axaftina xwede berxwedana bakûrê Kurdistanê silav kir û ev tişt got, "Em berxwedana bi mînak silavdikin. Ez wek jinek Êzidî dibêjim, tevahî gelê Êzidî piştgirî dide we. Êzidî berî du sal rastî fermanek giran hatibûn. Bi sedan keç û jinên Êzidiyan hatin kuştin û revandin. Niha heman rewş heman qetlîam li ser Bakur tê meşandin. Jin û zarok rastî kuştinê tên. Em vê hovîtiya rejîma Tirkiyê û serokomarê Tirk Erdogan şermezar dikin."
'Pêwîste jin li her deverê destê xwe bighînin hev'
Zehra wiha dirêjî da gotina xwe, "Me biryar daye em zilma li ser xwe qebûl nekin û careke din bi fermanan re rûbirû nemînin. Ji bo vê jî em xwe perwerde dikin. Pêwîst e jinên Kurd xwe baş perwerde bikin, zane bikin ji ber kuştin û qirkirina jinê hê bêtir bûye. Hem DAÎŞ hem jî Erdogan jinê hedef digirin û em jî weke jinên Êzîdî dibêjin Êdî bese! Pêwîst e ku jin li her deverê destê xwe bigihînin hev, xwe birêxistin bikin û li dijî qirkirinan serî rakin. Ez dubare berxwedana Bakur silav dikin û dibêjim serketin para me ye."
'Em ê her piştgirî bidin'
Şemê Derwêş jî wiha got, "Ez jineke Êzidî me. Ez piştgiriya gelê me li Bakur dikim. Ez Erdogan û çeteyên wî şermezar dikim. Bila Erdogan baş binzanibe heya dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê pişta Bakur ber nedin û bila jinên li bakur jî bizanibin em li pişt wan in."
Dayîka Şemê Xwedêda jî wiha axivî û got, "Ez Erdogan şermezar û mehkûm dikim. Ti cudahî di navbera me û gelê me li Bakur de tine ye. Em Kurd tev bi qirkirin û komkujiyan re rûbirû ne. Lewma divê em xwe bikin yek û wiha pêşiya dijminên xwe bigrin."
(rc)