'Dijminên kurdan li Rojava binket dê li Bakur jî binkevin'

09:10

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Rêvebera TEV-DEM'ê Yesra Elyas da zanîn ku ji ber hêzên AKP'ê çiqasî êrîşan bikin jî her dem serketin a Bakurê Kurdistanê ye û wiha got: "Ez bi ser navê her jineke Kurd dibêjim ku AKP dê tucarî nikare vîna gelê Kurd bişikêne. Ji ber ku ceribaninên me yên Rojava hene."

Li Bakurê Kurdistanê êrîş û dorpêça hêzên dewletê berdewam dike. Rêvebera TEV-DEM'ê Yesra Elyas diyar kir ku dewleta tirk li Rojava windakir vêcarê jî êrîşên ser Bakur daye despêkirin û wiha domand: "Dewlta Tirkiyê bila bizanin ku çiwa li Rojavayê Kurdistanê planên wan vale derketin dê li Bakur jî li hemberî hêza gel binbikevin."

Yesra destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê dewlet welatiyan hedef digire û hewildanên komkujiyê berdewam dike û wiha berdewam kir: "Armanca dewleta Tirkiyê eşkere ye welatiyan hedef digire û qetildike. Qetilkirin tê wateya bêçaretiya hukûmeta AKP'ê. Em wek jinên Rojava qetilkirina gel mehkûm dikin. Jinên berxwedêr li Bakur ji bo me dibin mînak û emê di şopa wan de têkoşîna azadiyê bilind bikin. Herî dawî qetilkirina her sê jinên siysetmedarên kurd li navçeya Silopiya ya Şirnexê asta hovîtiya dewletê nîşan dide. Ez bi ser navê her jineke Kurd dibêjim ku AKP dê tucarî nikare vîna gelê Kurd bişikêne."

'Hevkariya dewleta Tirkiyê û PDK'ê pejirandin'

Yesra di derbarê hevkariya dewleta Tirkiye û PDK'ê jî wiha axivî: "Gelê Kurd pêwîste li beramberî planên dewleta Tirkiyê û Kurdên hevkar û xayîn ên li Başûr bêdeng nemîne. Îro PDK ji bo berjewendiyên xwe yên teng bûye hevdestê Tirkiyê. Ev bi awayeke vekirî xiyanet li gelê Kurd û berjewendiyên netewî ye. Bicih bûna artêşa Tirkiyê li axa Başûrê Kurdistanê ji bo herêmê û bi taybet gelê Kurd ji zirarê zêdetir tiştek nîne. Lê divê were zanîn hewldana wan a ji bo qutkirina dengê azadiyê ticar encam nagire. Ruxmî nerazîbûnên zêde jî dewleta Tirkiyê ji axa Başûr derneketiye. Ji ber PDK ji wan re derî vekir û ew bicih kirin. Serokê PDK'ê Mesut Barzanî bi van kiryarên xwe bûye hevkarê AKP'ê di qirkirina gelê me yê li Bakurê Kurdistanê de."

'Armanc binxistina modela xweser e'

Yesra balkişand ser serkeftinên mezin ên ku hêzen YPG,YPJ li Şengal, Kobanê û Girê Spî, herî dawî jî serketina QSD'ê li Tişrînê û wiha got: "Li hemberî çeteyan hişmendiya jiyana hevbeş û netewa demokratîk gavên berfireh avêt. Ev yek jî nerazîbûna PDK'ê û Tirkiyê zêdetir kir. Tirkiye nerazîbûna xwe bi êrîşa li ser Bakurê Kurdistanê û pergala xweseriya Demokratîk tîne ziman. Dewleta Tirkiyê bi hevdestiya PDK'ê dixwazin plan û modela jiyana xweser û demokratîk a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bin bixin. Lê kurd bi rêbaza serketina Rojava li Bakur berxwedanê mezin dikin."

Yesra anî ziman ku vîna gelê kurd li Rojava nîşandayî niha jî li Bakurê Kurdistanê nîşan didin û wiha dom kir: "Vîna berxwedaniya gelê me li Bakur û Rojava roj bi roj me ber bi zaferê ve dibe. Ev jî bêguman encama fikir û ramanên Rêber Apo ye ku wekî neqşe rê daniye pêşiya me. Bi vê felsefeyê Kurd dê bigihîjin nasname û azadiya xwe."

(zt)