Bi boneya salvegera damezrandina kantonên Rojava li Başur pîrozbahî
10:01
JINHA
SİLÊMANÎ - Bi boneya avabûna kantonên Rojava li bajarê Silêmani yê pîrozbahî.
Bi wesîleya salvegera avabûna kantonên Rojava yên Cizîr, Kobanê û Efrînê li Bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê pîrozbahiyek mezin hat lidarxistin. Pîrozbahî li Hola Tewarya Silêmaniyê bi tevlîbuna pir aliyên siyasî û saziyên sivîl despêkir. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif di derbarê avakirina kantonan de axivî. Hediye diyar kir ku nûnerên rasteqîneya şoreşa Rojava di kesayeta Arîn Mîrkan de şehîdên şoreşê ne, bi silavkirina şehîdên şoreşê dest bi axaftina xwe kir. Hediye destnîşan kir ku şoreşa Rojava mohra xwe li sed sala 21'an da ye.
Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi şano, stiran û gerandina govendê berdewam dikir.
(şb/zt)