Serokomar û jinên taxên wan tên bombakirin bi serê wan de hildiweşin

10:36

JINHA

ENQERE - Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya 6'ê Adara sala 2015'an de diyar kir ku divê despêkê rêz ji mafê jinan ê jiyanê re bê girtin, bertek nîşanî hilweşandina taxan bi bombeyan ser serê jinan de û bi wî awayî qetilkirina wan da. Ji wê rojê heya niha êrîşên bombayî li Pirsus û Enqereyê, ji 16'ê Tebaxê heya niha înfaz jî di navê de 83 jin ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya 6'ê Adara sala 2015'an li Otela Buyuk Anadoluyê ya 20'emîn Komxebata Jinên Karkerên Sendikayên Turk Metal ê de gotibû: "Ger li hemberî jinan tacîza derunî suce, ma gund, tax û mala jinan bi serê wan de hilweşandin û ew qetilkirin ne suce?" Serokomar diyar kiribû ku divê rêz ji jiyana jinan re bê girtin.

Ji komkujiya Pirsusê heya niha 81 jin hatin qetilkirin

Ser gotinên Serokomar re pir derbasnebû bi çekan û bombeyan jin hatin qetilkirin. Di mitînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana sala 2015'an de vî şerî bi bombeyan despêkir û despêkê lingên Lisa Çalan girt. Paşê di teqînên Pirsus û Enqerê de 40 jinan jiyana xwe jidest dan. Di şerê ji 16'ê tebaxê despêkirî heya niha înfaz jî di navê de 41 jin hatin. Ji Pirsusê heya niha 83 jin ji aliyê heman dewletê ve hatin qetilkirin. Di 4'ê Çileyê de endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û endama KJA yê Fatma Uyar dema birîndarbûn hatin înfazkirin.

Ji Selamet heya Taybet, ji Guler heya Melek

Jina bi navê Gunay Ozarslan li Stenbolê, Taybet Canşin li Amedê, Dilek Dogan li Stenbolê, Mizgin Koçyigit li Sur'ê, Dilan Kotak, Şirin Oter û Yeliz Erbay li Stenbolê hatin qetilkirin. Dayîka 5 zarokan Selamet Yeşilmen li ber derê mala xwe pêş çavên zarokên xwe hat qetilkirin. Cenazeyê dayîka 11 zarokan Taybet Înan 57 salî 7 rojan li kolanê ma. Melek Alpaydin a gotî "Hun me bikujin, malên me hilweşînin û bişewitînin jî emê van deran ne terikînin û bi ti deran de neçin." li ser sofireya xwarinê bi topa hewanê hat qetilkirin. Zaroka 3 mehî Miray Înce li ber milê bapîrê xwe hat qetilkirin. Li Cizîrê Guler Yamalak a 32 salî ku 8 mehan ducanî birîndar bû û zaroka di zigê wê de jiyana xwe jidest da.

Jinên ku taxên wan bi serê wan de hatin hilweşandin û jiyana xwe jidest dan.

Li gorî rapora HDP'ê ya di 9'ê Çile de hatî amadekirin navê jinên li Cizîr, Silopî û Surê hatine qetilkirin wihane:

Cizîr

4 Îlon 2015: Xebat Bulbul (65 salî)
8 Îlon 2015: Meryem Süne (53 salî)
9 Îlon 2015: Zeynep Taşkın (17 salî)
9 Îlon 2015: Maşallah Edin (35 salî)
28 Îlon 2015: Mülkiye Geçgel (48 salî)
16 Kanun 2015: Hediye Şen (30 salî)
20 Kanun 2015: Zeynep Yılmaz (45 salî)
22 Kanun 2015: Cahide Çıkal (35 salî)
22 Kanun 2015: Amine Duman (70 salî)
23 Kanun 2015: Azime Aşan (50 salî)
28 Kanun 2015: Kumru Işık (85 salî)
29 Kanun 2015: Zeynep Demir
29 Kanun 2015: Besê Zirig (60 salî)
31 Kanun 2015: Hediye Erden (50 salî)
14 Çile 2016: Emame Şahin (75 salî)

Silopi

31 Tebax 2015: Fatma Okten (55 salî)
28 Îlon 2015: Latife Tutuk (23 salî)
12 Mijdar 2015: Fatma Yigit Cin (17 salî)
20 Kanun 2015: Taybet İnan (57 salî)
20 Kanun 2015: Ayşe Buruntekin (40 salî)
4 Çile 2016: Sêvê Demir: (41 salî)
4 Çile 2016: Pakize Nayir (25 salî)
4 Çile 2016: Fatma Uyar (27 salî)

Sur

12 Cotmeh 2015: Hêlîn Şen (12 salî)
2 Kanun 2015: Mizgin Koçyigit (20 salî)
3 Çile 2016: Melek Alpaydın (18 salî)
8 Çile 2016: Rozerin Çukur (17 salî)

(zt)