Li Colemêrgê pankartên 'Bajarê qedim di koçberiyê de ye'
10:58
JINHA
COLEMÊRG - Colemêrgiyan li hemberi gotinên Serokwezir Ahmet Davutoglu li kolanan pankartên "Bajarê qedim di koçberiyê de ye" daleqandin.
Li hember vîna gel a rêveberiyên xwecihî êrîşên dewletê bi rêbazên cuda berdewam dikin. Daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê di derbarê guhertina navenda bajarên Colemêrg û Şirnexê de bû sedema bertekên welatiyên herêmê. Welatiyên Colemêrgê jî bertekên xwe bi şêweyên cuda nîşan dan.
Li kolanên Colemêrgê bertek li ser pankartan hatin nivîsîn û hatin daleqandin. Pankartên "Bajarê Qedîm di koçberiyê de ne" û "Bajarê firotinê Colemêrg" li seranserî bajêr hatine daleqandin.
(zyd/zt)