Li Wanê ciwanek hate qetîlkirin 4 kes jî hatin binçavkirin
11:11
JINHA
WAN - Li Wanê duh êvarî tîmên taybet li ser melekê de girtin û ciwanek qetilkirin. Serê sibê jî polîsan ser malan de girtin û 4 kes girtin binçavan.
Li navçeya Rêya Armûşa Wanê duh êverî tîmên taybet li taxa Gungorevlera ser malekê de girtin û ciwanek navê wî ne hat zanîn qetîlkirin. Tîmên taybet piştî bûyerê vê sibê disa ser heman malê de girtin û di nav de dergevanê avahiyê jî heyî 4 kes kirin binçavan.
Tîmên taybet piştî ku ciwan qetil kirin heta saetên dereng ên şavê avahiya ku êrîş lê çêbû dorpêç kirin û hemû daîreyên li avahiyê geriyan. Piştre jî dergevan Nîhat Îçen û ji heman malbatê Canan Gungor, Salîh Gungor, Sînan Gungor û Guven Gungor girtin binçavan.
Hete hinbûn ku welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar. Ciwanê hat qetilkirin jî hêj li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê tê rawestandin.
(ho/zt)