Dayîk berxwedana bakûr silav kirin

11:37

JINHA

DÊRIK - îro li Dêrikê gel ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk li ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ber bi sînor ve herikî. Navnîşana çalekiya îro ya Dêrikê Endîwer bû û bi sedan Rojavayî heya ber sînor meşiyan û bi dirûşeme û tilîliyan dayîka êrîşan şermezar kirin.

Di çalekiya îro ya li Dêrikê tevlîbûna dayîkan bal kişand. Dayîk bi hêrs û aciziyeke mezin dan diyarkirin ku ew li pişt berxwedana Bakur in û xweseriya li Bakur bi dil û can silav dikin. Dayîka bi navê Sediye Mistefa da diyarkirin ew ji ber qirkirinên ku rojane canê ciwan, zarok, jin û pîran distîne kezeba wê dişewite û nikare bêdeng bimîne. Sediye got, "Em nêzîk Cîzîra Botanê ne, dengê top û tangên dijmin ku gel bombebaran dike em dibihîzin lê bila Erdogan û çeteyên wî bizanibin Cizîra Botan bi tenê nîne."

Dayê Sediye Mistefa wiha domand, "Silavên germ bi taybet ji Cizîra Botanê re. Ji warê Mem û Zînê re, ji warê hevala Bêrîvan û Salîha re. Gelê me yê bakur bila piştgerm bin, em li pişt wan in. Wê dîsa Cizîra Botan vegerê banê xanê seyran û seyrangehan. Ger gelê me serê xwe natewîne û wê ticarî serê xwe li ber vî dijminê hov nedanê. Ev ne qetlîama yekem e li ser Cizîra Botan û gelê Kurd pêk tê, bila Erdogan bibîne çawa Şengal û Kobanî di dawî de rizgar bûn, ev binketina DAÎŞ û AKP'ê ye. Hê dibêjê ez ê şer û agir li her çar parçê Kurdistanê vêxim û Kurda tine bikin. Baş bizane ku ti ticar nikarê me tine bike û em ê bi îradeya xwe û berxwedaniya xwe biser bikevin. Serketina a gelê Kurd e."

(db/rc)