Rêxistinên rojnamegeran li Amedê ne
12:02
JINHA
AMED - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ji bo hevgirtina bi rojnamegerên li Kurdistanê ku di bin êrîş û zextên dewletê de kar dikin hatin Amedê û çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), Sendîqaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), DÎSK-Basin Îş û endamên Haber Sen'ê, ji bo hevgirtina bi rojnamegeran re hatin Amedê. Heyeta hatî, li gel endamên Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) çûn serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Serokê TGC'ê Turgay Olcayto di serdanê de axivî û got ew ji bo hevgirtina rojnamegerên ku li herêmê dixebitin, hatine Amedê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî destnîşan kir ku li Kurdistanê rojnameger di bin şert û mercên pir giran de xebat dimeşînin û got "Em rastiyê, heqîqetê bi riya çapemeniya azad hîn dibin."
Serokê TGS'ê Ugur Guç jî diyar kir ku sedema hatina wan hevgirtin e û got; "Rojnamegerên ku dê ji Stenbolê werin, li gel rojnamegerên herêmê nobetê bigirin. Emê hewl bidin tiştên ku li Kurdistanê tê jiyin nîşan bidin."
Tê payîn ku heyeta rojnamegeran bi Walitiya Amedê re jî hevdîtinê bikin.
(zt)