Berxwedana Cizîrê di roja 40'an berdewam dike

12:21

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku berxwedana xwerêveberiya gel kete roja 40'emîn, hêzên dewletê taxan topebaran dikin. Parlamenterê HDP'ê Ferhat Ecu yê xwest biçe navçeyê ji aliyê hêzên dewletê ve hate astengkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê kete roja 40'emîn. Hêzên dewletê ji ber ku nekarîn berxwedanê bişikênin bi tank û topan navçeyê topebaran dikin û ji duh êvarê heta niha êrîşên wan ên li dijî taxên Nur û Cûdiyê jî berdewam dike. Tankên li girê Cahferî Sadik, girê Çarkendal, cadeya Kobanê û cadeya Arîn Mîrkan hatine bicihkirin taxên Cûdî û Sûrê topebaran dikin. Ji ber topebaranê li taxê gelek mal hatin xirakirin û ji taxan du bilind dibe. Ji ber topebaranê li cadeya Kobanê gelek kargeh şewitîn.

Leşkerên ku li taxên Dagkapi û Alîbeyê lêgerînê dikin welatiyan bi zorê ji malan derxînin. Deriyên malên ku kes tuneye jî bi funyeyê tên teqandin. Li taxê bi sirûda mehterê li malan lêgerîn tên kirin.

Ji roja ku rêveberiya awarte dest pê kir heta niha parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê ku li Sîlopiyê bû xwes îro serê sibehê bê navçeyê. Ferhat û kesên pê re hatin astengkirin û leşker û polîsan hewl dan ku êrîşî Ferhat bikin. Ferhat yê ku hate astengkirin vegera wan a li Sîlopiyê jî demeke hate astengkirin. Ji ber astengiyan Ferhat kesên pê re ber bi Şirnexê ve derketin rê.

(zt)