Fadîleya ku dixwaze ji hevjînê xwe veqede bi mirinê tê tehdît kirin
12:27
Piroz Zırıg/JINHA
DÎLOK - Fadîle Koznak yê ku bi zorê hatibû zewcandin, 37 sal her rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye. Fadîle a ku ji ber şîdeta dîtî hestiyê pişta wê şikestiye û hatî ameliyet kirin, dixwaze ji hevjînê xwe veqete. Lê ji ber Fadîle dexwaza veqetinê dike vê carê rastî tehdîdê kuştinê tê.
Li her der mafê jin ji aliyê mêran ve tê binpêkirin û tine tê hesbandin. Yek ji van jinan Fadîle Koznak (55) yê ku li navçeya Şaehîtkamîl a Dîlokê dijiye. Fadîle yê ku berî 37 salan zewiciye heya roja îro şîdetê dîtiye. Fadîle wiha qala jiyana xwe kir, "Bavê min bi zorê min da zewcandin. Ji ber vê 10 sal bi bavê xwere nepeyivîm. Zewacek dervî dexwazê minbû, ji xwe di encamê de her roj rastî şîdetê dihatim."
Ji ber şîdeta dîtiye pişt û lingê wê şikestiye
Fadîle da zanîn ku ji ber şîdeta dîtiye ling û pişta wê şikestiye û got dixwaze ji hevjînê xwe veqete lê hevjîn qebûl nake û wiha pêde çû, "Çend car min jêre got 'em veqetin, here tu jî rihet be û bizewice' lê dev ji min bernade. Cardin li min da. Ez li malê rûyê şimikan çêdikim û wiha debarê xwe dikim. Rojek ez çûbûm rûyê şimikan bînim ji bo çêkim, hevjînê min ji min re got 'tu çûyî kur', min jî jêre got 'çûbûm rûyê şimikan bînim ji bo kar'. Dûvre îdîa kir ku min bi kesek re dîtiye û cardin şidet li hember min pêk anî. Wê demê pişta min şikest."
'Min û zarokên min bi mirinê tehdît dike'
Fadîle diyar kir ku ew ji ber şîdetê çûye ba malbatê xwe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Salek li malbatê mam lê piştî dermankirinê jî min dît ku pişta min baş nebûye. Piştî ez hatim malbatê hevjînê min jî çûbû gund, zarokan jî bê xwedî hêştibûn. Dûvre ez vegeriyam ba zarokên xwe. Berî 17 rojan ji pişta xwe hatim ameliyet kirin û niha jî platîn xistin pişta min. 37 salin ez li hember vî mêrî têdikoşim. Ez bawernakim ku jê xilas bibim. 37 sal îşkence û zilmê ji destê wî dibînim. Niha jî bi gotinên 'ji malê derê an ez ê te bikûjim' gefan li min dixwe. Ez dixwazim veqetim, lê venaqete û min bi mirinê tehdît dike. Min û zarokên min bi mirinê tehdît dike. Ez çibikim nizam, ji xwe ketim nav ciha û nikarim tevbigerim."
(rc)