Dayikên Aştiyê ji ber dorpêçan dest bi greva birçîbûnê kirin

15:20

JINHA

COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên Colemêrgê ji ber komkujiyên li Kurdistanê diqewimin dawî bibin dest bi greva birçibûnê kirin.

Li Colemêrgê Dayikên Aştiyê ji bo balkişandina ser komkujiyên li Kurdistanê diqewimin dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyek çapemeniyê li avahiya ÎHD'ê dest bi gireva birçîbûnê kirin. Endamên İHD, HDP û KJA yê jî piştgiri dan çalakiya Dayikan. Dayika Aştiyê Remziye Daştan di daxuyaniyê de axivî. Remziye diyar kir ku dewletê li her aliyê Kurdistanê şer û komkujî daye despêkirin û got: "Ji bo em vê helwesta hikumetê protesto bikin emê 2 rojan di greva birçibûnê debin."

Dayika Aştiyê Hatice Bozdag jî da zanin ku heya şer berdewam bike ewê di çalakiyan debin.

Pişti axiftinan Dayikên Aştiyê dest bi greva birçibunê kirin. Greva birçibunê dê 2 rojan berdewam bike.

(zyd/zt)