Şaredariya Colemêrgê nerazîbûn nîşanî veguherîna bajêr da
15:38
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji bo daxuyaniya Serokwezirê Tirk Ahmet Davutoglu bertekek jî ji Şaredariy Colemêrgê hat. Şaredariyê bi daxuyaniyek bertek nişanî projeyên dewletê yên veguhestina bajaran da.
Li Colemêrgê pişti daxuyanî ya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutloglu û şunda bertek zêde bûn. Welatiyên Colemêrgê naxwazin Colemêrg bibe navçe. Li ber avahiya Şaredariyê Hevserokên Şaredariya Colemêrgê û Endamên Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Neslihan Kanat ve hat xwendin.
Neslîhan diyar kir ku dewlet bi politikayên qirêj navenda û navçeyan jî dide meşandin û wiha got: "Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu di daxuyaniyê de got ku Colemêrg û Şirnex dê bibin navçe, bila hikumet bizane, em van politikayên qirêj baş nas dikin. Gelo ew qas komkujî çêdibin çima pêdiviyek wiha dibinin rojeva Tirkiyê biguherinin? Dixwazin li Cizîr û Geverê komkujî pêk bi anin. Em naxwazin Colemêrg wargeha dîrokê bibe navçe. Bila dewlet dev ji van gotinên ku rojevê diguherine berde, navend û navçeyên dîrokî neke amûrê siyaseta xwe."
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan dawî bû.
(zyd/zt)