Li ser sînorê Rojava piştgiriya Bakur

15:49

JINHA

Dêrik - Jin ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê ji bajarê Girkê Legê, Tirbesiyê û Dêrîkê berê xwe dan sînor û diyar kirin ku ew ê her dem pişgiriya berxwedana gelê bakûr bikin.

Jinên Rojava ên Kantona Cizîrê duh ji bajarê Girkê Lekgê, Tirbesiyê û Dêrikê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberinê ya bakûrê Kurdistanê çûn ser sînor û berxwedana gel silav kirin. Jinên bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya cîhanê dan ku qetilam û komkujiyên li Bakur ji nedîtî ve tên û dane zanîn ku ew ê ji bo gelê xwe bi her tiştê xwe ve li ber xwe bidin. Dayîkan gotin: "Şoreşa bakur şoreşa gelê Kurd bi giştî ye û dewleta Tirkiyê çi bikê jî wê ticarî îradeya me neşikêne."

'AKP'ê bi vê hovîtiyê dê têk biçe'

Dayika bi navê Helwa Mihemed wiha wiha got, "Erdogan mirovekî qatîl e, berpirsê komkujiyên li Bakur e. Mafê gelê Kurd heye di nav azadî û aştiyê de bijî û ger AKP di vê wehşeta xwe de israr bike, dê têk biçe. Ji ber berxwedana gel her diçe mezintir dibe." Helwa bangewazî li gelê Kurd kir û got, "Îro roja berxwedan, şeref û namûsê ye, bila her kes şiyar be. Em soz didin em ê heya mirinê li pişta Cizîrê û xweseriya li Bakur bin."

'Bi destên xwe gora xwe dikolin'

Dayika bi navê Wensa Şawîş jî wiha got, "Em ji bo gelê xwe yê bakur dibêjin ku serkeftin nêzîk e. Em ê li dû şehîdên xwe, şoreşa xwe bin û em wek Rojava jî li pişta we ne. Di navbera Bakur û Rojava de ti ferq nîne. Em hemû Kurd in û em hemû yek dest in. Ez ji AKP'ê re jî dibêjim bila baş bizane tang û topên wan çavên me natirsîne. Îradeya me xurt e û em xwedî şoreşger û şehîd in. Em xwedî rêber in. Ev hovîtiya AKP dê dawiya wan bîne. Bi destên xwe gorên xwe dikolin."

(db/rc)