'Ya dê dorpêç rabe, ya jî dê her dever bibe Botan'

15:55

JINHA

MÊRDÎN - Çalakvên Meşa Botanê destnîşan kirin ku dê meşa xwe ya Botanê bişibinîn serdema berxwedana Kobanê ya li Pirsûsê. Meşvanan anî ziman ku tu ferqa êrîşên çeteyên DAİŞ’ê yên li hember Kobanê û êrîşên hêzên dewletê yên li hember Botanê ji hev nîne û çawa ew xwedî li Kobanê derketin dê bi wê giyanê jî xwedî li Botanê derbikevin û biparêz in.

Meşa Botanê ku bi pêşengiya Navenda Giştî ya DBP’ê bi armanca piştgiriya berxwedana rêvebeiyên xwecihî bi şiyara “Ya dê ev dorpêçkirin rabe û parçe bibe ya jî dê her dever bibe Botan” hate destpêkirin mezin dibe. Çalakiya li bajarokê Girêmîra ya Nisêbînê di roja duyemîn de didome. Çalakvanên li benda meşvanên bajarên din ên Kurdistan û Tirkiyeyê rawestiyan e, banga tevlêbûnê li her kesî kirin.

‘Divê her dever bibe qada serhildanê’

Hevserokê DBP’a Tuşba ya Wanê Saîm Îpekten jî bilêv kir ku ji bo ew êrîşên dewletê li Botanê vala derbixin û piştgiriyê bidin gelê berxwedêr yê Botanê li vir li hev kom bûne û got ku ji bo ew ‘Operasyona têgihiştinê’ ya dewletê vala derbixin dê biçin Botanê. Saîme xwest ku herkes li hember qetliyaman dengê xwe bilind bike û ev bang kir: “Kesê ji xwe re dibêje ez xwedî wîjdan, demokrat û mirov im divê ku bi lezgînî biherike Botanê û bê piştgiriyê bide meşa Botanê. Navê vê qetliyamê jenosîd e. Êdî ketiye wê rewşê ev dewlet ji aliyê polîs û leşkeran ve tê birêvebirin. Li Kurdîstanê her roj mirovahî, çand û dîrok tê qetilkirin û tune kirin. Çawa ku em ji bo Kobanê her roj li ser piya bûn û me her deverê kir qada serhildanê em ê ji bo Botanê jî her deverê bikin qada berxwedan û serhildanê. Divê ku belkî sibê bibe dereng jî bila bi lezgînî berî xwe bide cihên berxwedanê. Êdî ne dema bêdengiyê ye.”

‘Bila herkes deng bide berxwedanê’

Rêvebera MEYA-DER’a Wanê Hediye Koçak jî anî ziman ku beriya her tiştî ew Erdogan û dewleta wî şermezar dike û wiha axivî: “Çi heqî wî heye zarokên me qetil dike. Em ji wî tiştek daxwaz nakin. Tene bi salan e em aşîtiyê daxwaz dikin. Li hember daxwaza me ya aşîtiyê bi şer û qetliyamê bi ser me ve tên. Bi rojane zarokên me yê ku di vî şerê qirêj de jiyana xwe ji dest dane li erda mane. Ez bang li her aliyên cûda dikim ku demildest rabin ser piya û bila li şehîdê xwe xwedî derbikevin. Bila gelê me li gelê xwe berxwedêr xwedî derbikeve û deng bide berxwedanê.”

‘Pêwîste em wek Kobanê ji bo Botanê re jî bibin mertal’

Çalakvanê bi navê Mehmet Çagçinar ê ji Wanê tevlî meşê bûye, diyar kir ku armanca hatina wan a Nisêbînê piştgiriya berxwedanêye. Mehmet got ku ji bo ew rê nedin vê qirkirinê ber bi Botanê ve derketine rê û wiha bang kir: “Êdî bes e ji şerê li ser kurdan berdewam dike re. Divê ku em vê serdemê û van rojan bikin giyana berxwdana Kobanê û Pirsûsê. Çawa ku me li Pirsûsê ji bo Kobanê bi mehan li hember qetliamên DAİŞ’ê bedena xwe kir mertal û me li berxwe da, pêwîste em ji bo Botan û Bakûrê Kurdîstanê jî li berxwe bidin."

Mehmet daxuyand ku dema rûhê berxwedana Kobanê bikin rûhê berxwedana Botanê hatiye û wiha axivî: "Çawa ku li Kobanê çeteyên DAİŞ’ê êrîş dibirin ser Kobanê îro li Bakûrê Kurdîstanê jî heman êrîşên dij mirovahî li ser axa Botanê pêk tên û êrîşî ser kurdan tên meşandin. Divê hemû kurd û Kurdîstanî rabin ser piyan û her deverê bikin qada serhildanê.”

‘Çi dibe bila bibe em dê biherikin Botanê’

Çalavanê bi navê Mehmet Bilîcî yê ji Wanê jî destnîşan kir ku ji bo ew piştgiriyê bidin gelê xwe yê Botanê û xwedî li berxwedana xwe derbikeve beşdarî meşê bûye û ev tişt gotin: "Em êş û azara gel û birayên xwe Botanê parve dikin û wek ya xwe dibînin. Dewlet li Botanê qetliyamek ciddî dide meşandin û lê bila dewlet jî baş dizanibe em ê heta dawiyê li pişt gelê xwe bin. Em bi çalaki û giyana xwe li cem wan in. Navê vê yeke wahşet e. Li Kurdîstanê şerek navxweyî tê meşandin. Ajansa Anadoluyê her tiştî baş nîşan dide û herkesi jî dike terorîst. Lê her tişt ne wek ku AA dide nîşandan e. Derewê wan pir aşkere vekirî ne. Niha dewlet me li vir jî xistiye dorpêçê. Lê çi dibe bila bibe em ê biherikin Botanê. Kes nikare me ji berxwdana me li paş bixe. Heta dawiya emrê xwe em ê li hember dijmin û êrîşan li berxwe bidin.”

(ekîb/eb/zt)