Meşa Botanê bi dengbêjiyê berdewam dike

16:35

JINHA

MÊRDÎN – Tevlîbûna meşvanên Meşa Botanê berdewam dike. Dengbêjên tevlî Meşa Botanê bûyîn bi klamên xwe reng û moralê dini çalakvanan.

Meşa Botanê ku bi pêşengiya Navenda Giştî ya DBP’ê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bi şiara “Ya dê ev dorpêçkirin rabe û parçe bibe ya jî dê her dever bibe Botan” hate destpêkirin bi biryardariyek mezin didome. Hatina welatiyan a Girêmîran berdewam dike. Piştî bajarên wek Mêrdîn û Wanê, gelek çalakvan ji Wêranşar, Colemêrg, Sêrt û deverên cûda hatin bajarokê Girêmîra ya Nisêbînê. Meşvan ji hêla girseya li Girêmîra ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Her wiha endamên Meclîsa Partiyê ya DBP’ê jî tevlî çalakvanan bûn.

Endamên Mala Dengbêjan ên ji Wanê hatîn, Aşiq Mihemed, Dengbêj Yusiv, Dengbêj Bedîr, Dengbêj Mukaddes ve Dengbêj Meryem ji çalakvanan re stirîn û kilam li ser berxwedanan hatine çêkirine vegotin. Bi sedan welatiyan li dengbêj guhdar kirin. Denbêj Aşik Mihemed ji bo berxwedana Cizîrê helbesta nivîsandibû xwend. Denbêjan bi dorê kilamên xwe gotin.

(ekîb/eb/zt)