Pêşengeha 'Ji Sinê heya Kobanê' li Qamilo hat pêşandan
16:37
JINHA
QAMIŞLO - Pêşengeha bi navê "Ji Sinê heya Kobanê" li bajarê Qamişlo Navenda Mihemed Şêxo hat vekirin. Pêşengeha ku ji hêla Yekîtiya Ragihandina Azad ve hatiye amadekirin heya sibê dê vekirî be.
Îro li Navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo Pêşengeha bi navê "Ji Sinê heya Kobanê" hate vekirin û dê ji 22 heya 23 berdewam bike. Pêşengeh ku ji 77 wêneyên curbecur pêk tê rastî eleqeyek mezin yê welatiyan hat. Beriya vekirina pêşengehê bi ser navê komîteya amadekar axaftinek hate kirin û xêrhatina tevahiya beşdarên pêşengehê hate kirin û wiha hat gotin, "Me wek Ragihandina Azad girîng dît ku pêşengehê li dar bixin, ji bo Şoreşa Kurdistanê bi rêya wêneyan jî were nîşandayîn. Ev pêşengeh ji wêneyên çar parçeyan hate hilbijartin. Hedefa me jî ew e ku berxwedana ji Rojhilat heya Rojava raxînin ber çavan.'
Piştî axaftina vekirinê ji dayîka Şehîd hate xwestin ku kurdeleya pêşengehê bibire. Dayîka Şehîd da diyar kir ku pêşengeh gelek pîroze û ew spasiya her kes dike. Kurdele ji hêla dayîka şehîd hate birîn û gel derbasî hundirê salonê bû.
Bi ser navê Komîteya Amadekar û endama ragihandina azad Tolîn di derbarê naveroka pêşengehê axivî û wiha got, "Em pir kêfxweşin ji ber vekirina pêşengehê. Ev yekemîn pêşengeh e li Rojava tê lidarxistin û ya herî girîng jî ji berhemên çar aliyê Kurdistanê hatiye amadekirin. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye em êş, kêfxweşî û zehmetiyên welatê xwe nîşan bidin."
Tolîn di derbarê amadekariyên pêşengehê wiha agahî da, "Di meha borî de me ragihand ku em ê pêşengehê lidar bixin. 33 wênekêş û 3'ê saziyên çapemeniyê ji me re wêne şandin. 932 wêne gihîştin destê me. Komîteyek di bûnyeya Raghinda Azad de avabû û wê komîteyê ji nav van wêneyan de 77 wêne hilbijart. Di nav van wêneyan de jî pênc wêne yên şehîdên çapemeniyê ne."
Tolîn da zanîn ku piştî Qamişlo pêşengeh dê derbasî Kobanê bibe û dûvre jî dê li başûrê Kurdistanê were pêşendan û got, "Wiha em dixwazin arşîva şoreş û berxwedaniyê nîşan bidin."Elaqeya jinan ji bo pêşengehê jî baldar bû. Jinên ku beşdarî pêşengehê bûn bi dîtina wêneyê jinan û bi taybet jinên têkoşer û dayîkên berxwedêr kêfxweşiya xwe anîn ziman. DR. Abîr Xesaf di derbarê pêşengehê de wiha got, "Pêşengehek balkêş e. Ji çeperên şer wêne hatine kişandin. Em ji ber vê pir bi heyecan bûn. Ji çar parçe wêne hene û me bi rêya van wêneyan li ser çar parçe agahiyên bêtir girtin. Êş û elemên gelê me bi rêya wêneyan gihandine me û em spasiyê dikin ji bo xebateke bi vî awayî."
Jina ciwan a bi navê Ayten Murad jî ji bo dîtina pêşengehê hatibû û wiha got, "Xebateke baş hatiye meşandin. Bi taybet êşa welatekê bi wêneyekê, bixwe jî bi wêneyê dayîkeke şehîdan hatiye nîşandayîn. Ev tişteke pir baş û xweş e."
Pêşengeha ji Sine heya Kobanê heya sibê dê malovaniya Kantona Cizîrê bike. Û paşê derbasî Kobanê dibe.
(rs/en/rc)