'Qarneya dewletê ya mafê zarokan' bi neserketinê tijîbû!
17:06
JINHA
ENQERE - Hewla Ji bo Zarokan Aştî Hemaniha di serî de ji bo Wezîrê Perwerdê Nabi Avci, Wezîrê Karê Hindir Efkan Ala û berpirsên hikumetê "qarneya dewletê ya mafê zarokan" şandin.
Hewla Ji bo Zarokan Aştî Hemaniha li Kolana Mithatpaşa a Enqere li ber PTT'ê Komeleye daxiyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di şerê dewletê dayî despêkirin de heya niha 74 zarokan jiyana xwe jidest daye û wiha berdewam kirin: "Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê ji bo zarokê birîndar tedbîr nexist meriyetê, hiquqa gerdunî bi giştî hatiye rakirin. Di roja qarnegirtina zarokan de me jî qarneyek amade kir."
Di derbarê binpêkirina mafê jiyan, tenduristî, xwendin û hînbûnê de qarneya amadekirî birin ber postanê û bi navê "Qarneya dewletê ya mafê zarokan "ji bo Wezîrê Perwerdê Nabi Avci, Wezîrê Karê Hindir Efkan Ala û berpirsên hikumetê şandin.
(dt/zt)