Meşa Botanê her diçe mezin dibe
17:06
JINHA
MÊRDÎN – Bi boneya tevlî çalakî û meşa Botanê bibin piştî Mêrdîn û Wanê ji Êlih, Riha, Colemêrg, Sêrt, Erzirom û Mûşê gelek çalakvan û endamên MP’ê yên DBP’ê jî gihiştin bajaroka Girêmîran.
Meşa Botanê ku bi pêşengiya Navenda Giştî ya DBP’ê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bi şiara “Ya dê ev dorpêçkirin rabe û parçe bibe ya jî dê her dever bibe Botan” hate destpêkirin bi biryardariyek mezin didome. Piştî bajarên wek Mêrdîn û Wanê, gelek çalakvan ji Êlih, Wêranşar, Riha, Colemêrg, Muş, Colemêrg, Bedlîs, Erzirom û Sêrtê jî hatin bajarokê Girêmîra ya Nisêbînê. Her wiha endamên Meclîsa Partiyê yên DBP’ê jî tevlî çalakvanan bûn û ji aliyê çalakvanan ve hatin pêşwazîkirin.
Bi beşdariya çalakvanan û endamên MP’ê yê DBP’ê civîna plansaziya têkildarî meş û çalakiyê li Mala Sersaxiyê ya Girêmîra hate li darxistin. Di civînê de biryar hate girtin ku heta êrîş û dorpêçkirin li ser Botanê bidome dê ji îro pê ve li bajaroka Girêmîra çalakî bidome û hete di civînê de biryar hate girtin ku dê Girêmîra bibe rawestgeha ewil ya Meşa Botanê.
(ekîb/eb/zt)