Li Cizîrê ji ber top li malek ket 10 kes birîndar bû
08:59
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê ku êrîşên dewletê di roja 41. de ye, ji duh bi şev û vir ve hêzên dewletê bê navber bi tank û topan êrîşî taxên Cûdî û Sûrê dikin.
Êrîşên dewletê yên li Cizîrê dewam dikin. Êrîş ji duh bi şev û vir ve giran bûne. Di van êrîşan de rêveberên DBP û HDP'ê û Hevserokên Meclîsa Gel jî di nav de 10 sivîl birîndar bûn. Li taxa Cûdî, yek ji topên dewleta Tirk ên ji duh bi şev û vir ve dibarîne, li mala 15 kes tê de bûn, ket. Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê jî di nav de 1 jê giran 10 kes birîndar bûn. Di êrîşa ku dîwarê xanî xera bû de, tê gotin ku ji 10 birîndaran rewşa endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel giran e. Ji ber êrîşan gel nikare birîndaran rake nexweşxaneyê. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç da xuyakirin, ku ji duh bi şev û vir ve bi tank û topan êrîş li hemberî wan tên kirin û ji bo birîndarên li taxên Cûdî û Sûrê ji nexweşxaneyê re bên rakirin, bang kir.
(rc)