'Ji bo Zeynep Celaliyan yek dengê jinan pêwîste'
09:01
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê rewşa siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan nirxandin û diyar kirin ku divê tevahî jin dengê xwe ji bo başkirina rewşa Zeynep bikin yek.
Ji bo siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan, ku tevî nexweşxaniya xwe ya giran ji sala 2008'an û vir ve li girtîgeha rejîma Îranê ya li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin, kampanya îzmeyan ji aliyê Yekîtiya Star ve hatibû despêkirin. Di çerçoveyê kampanyayê de li bajarên Dêrik, Qamişlo, Tirbesiyê û bajarên din çalakî hatin li darxistin. Jinên Rojava eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzekirinê ji bo Zeynep Celaliyan dan.
'Bi êrîşan dixwazin vîna jin bişkînin'
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Delal Xelaf derbarê kampanyayê de wiha axivî, "Divê tevahî jinên Rojava xwedî li vê kampanyayê derkevin. Pêwîstî bi yek dengî heye. Dewleta Îranê siyasetmedarên jin mehkûmê girtîgehê û îşkencên giran dike. Di şexsê Zeynep Celaliyan de hemû mafê mirovan li girtîgehê tên binpêkirin. Bi vî aweyî dixwazin vîna jin têk bibin. Li hember van êrîşan gel li Îran û Rojhilat dê ji bo azadiya xwe rabin û berxwe bidin. Ti hêz wê pêşiya vîna berxwedana gel nekaribe bigre."
'Jin dê bi vîna xwe yê azad bi ser bikeve'
Li aliyê din Endama Rêvebera Navenda Şêwirên Derûnî ya Şehîd Amara Mejda Mihemed Emîn polîtîkeyên dewleta Îranê şermezar kir û wiha got, "Dewelta Îranê di bin navê ol-bawerî de jinan digre, siyasetmedarên li pey doza xwe de diçin bi darve dike. Ev yek nayê pejrandin. Çi dibe bila bibe, jina azad li kur dibe bila bibe wê bi vîna azad û demokratîk derê holê." Majda di dawiya gotina xwede bang li tevahî mirovahî kir ku li hember kiryarên hovane yê li ser girtiyên siyasî tên kirin bê deng nemînin."
(rc)