Jin li benda mizgîniya rizgarkirina Reqa Minbêc û Cerablusê ne

09:04

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir serkeftênin hemleya QSD'ê li gelên Rojava pîroz kirin û hêvî û bendewariyên xwe yên ji QSD anîn ziman û gotin ku ew li benda mizgîniya rizgarkirina Reqyayê, Minbêc û Cerablusê ne.

Piştî ku Hêzên Surya yê Demukratîk li Kantona Cizîrê dest bi hemleya rizgakirina bêjahiya bajarê hesekê kirin di ancam de bajrokê Hol yê ku wekî navendek stratejîk bû ji çeteyan rizgar kirin, piştî wê jî QSD dest bi hemleyekê li milê Kantona Kobanê kirin û di encamê de jî gelek gund û bêjahî hate rizgar kirin yek jê jî bendava Tişrîn bû. Gelê bajarê Til Temir ev serkeftinan pîroz dibînin û niha jî bi hêvîya mizgînîya rizgarkirina Minbêc,Cerablus û Reqayê nêrînên xwe bi mere parve dikin.

'Ew ê QSD'ê azadiya gelan pêk bîne'

Sara mihemed got ku QSD bû hêviya tevayî gelê Rojava û Suryê û wiha domkir, "Hêzên QSD'ê ne tenê gel ji zilm û zora çeteyan derdixe û wan rizgar dike, hêzên QSD'ê ji bo avakirina Suryeke demokratîk jî dixebite. Em bi vê ermanca wan bawer dikin. Ew ê QSD'ê azadiya gelan pêk bîne, ji ber ev hêzeke demokratîke û ji bo azadiya tevayî gelan têkoşe. Em niha jî bawer dikin ku em ê di demeke nêzîk de mizgîniya rizgarkirina gelek cihên din yê weke Reqa, Cerablus û Minbicê jî bigrin. Em jî weke welatiyên bajarê Til Temir çi ji destê me were em ê bikin."

'Ew ê tevayî axa Suriye û Rojava bi destê QSD were rizgarkirin'

Riweyda Kemal ji wiha axivî : "Bi xêra hêzên QSD'ê gel ji destê çeteyan xilas dibin lê wek em dibînin hîna ev gel pêwîstiya xwe bi vê hêzê heye, hêzên QSD'ê wê jîyanek hevbeş ji tevayî gelan re bidin ava kirin. Hêzên tarî yên weke çeteyên DAÎŞ'ê dixwazin ku qirêjiya xwe bi axa me paqîj bikin lê heta ku em saxbin em nahêlên ku vî tiştî bikin, hêzên QSD'ê bû mînak ji hemû hêzan, bi têkoşîna xwe û hêzên xwe yê ku ji hemû pêkhateyan tê de cih digre temsîla îradeya me dikin. Em bawer dikin ku ew ê demeke nêzîk de tevayî axa Suriye û Rojava bi destê QSD were rizgarkirin."

(rc)