'Dem ne dema gotinêye, dema bilindkirina çalakiya ne'

09:10

Şengar Biradost/JINHA

SİLÊMANÎ - Li Başurê Kurdistanê 2'emîn salvegera avabûna kantonên Rojava hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de jinên ciwan ên ji Bakur, Başur û Rojava hunerê xwe nîşandan û gotin: "Dem ne dema gotinêye dema pêkanîn û çalakiyê ye. Pêwîste gelê Kurd bi taybet jî ciwanên Başur û Rojava xwedî li şoreşa Bakurê Kurdistanê derkevin."

Li Başurê Kurdistanê 2'emîn salvegera avabûna kantonên Rojava hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de jinên ciwan ên ji Bakur, Başur û Rojava hunerê xwe nîşandan. Di nava komên muzik û şanoyê de jinên ciwan pêşengî kirin. Jinên ciwan ên di nava pîrozbahiyê de rol girtin diyar kirin ku li Bakurê Kurdistanê çiruskên şoreşê vêketine, ji bo gurkirin û li her derê welat belavkirinê divê ciwan rola xwe ya pêşengiyê bizanin.

Endama Koma Muzikê ya Şehîd Berçem Hêva Silêman da zanîn ku divê jinên ciwan ên Başur û Rojava li şoreşa Bakurê Kurdistanê xwedî derkevin û wiha domand: "Di destpêkê de jin pêwîste herkes bi exlaq û wîjdan tevbigere. Dem ne dema gotinêye dema pêkanîn û çalakiyê ye. Pêwîste gelê Kurd bi taybet jî ciwanên Başur û Rojava xwedî li şoreşa Bakurê Kurdistanê derkevin."

'Bi pêşengiya jinên ciwan dê Bakur biserkeve'

Nêrgiz Seîd jî destnîşan kir ku weke Rojava bi pêşengiya jinên ciwan dê Bakur jî biserkeve û wiha berdewam kir: "Ez komkujiyên li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Yên ku li rojava tunebun dixwazin li Bakur tola wê hilînin. Ez bang li jinên ciwan dikim ku li herderê xwedî li şoreşa Bakur derkevin. Ez bang li ciwanên her çar aliyê Kurdistanê dikim ku bi awaiyek aktîv tevlî refên YPS'ê bibin."

'Temenê diktatoran kine'

Seyran Ehmed a ji bajarê Qamîşlo jî bilêv kir ku temenê faşîzmê kine û wiha dom kir: "Serkeftina ya gelê Kurde. Dewlet pir tengav bûye, ji bo wê jî bi tank û topan êrîşî malan dike. Her dîktatorek xwîna zarokan vexwaribe êdî dawiya wî hatiye."

(zt)