Bêrîtan Canozer ji 'heycanê' hat girtin bi 'notên nûçeyan' tê darizandin!
09:11
JINHA
AMED - Derbarê nûçegihana me Bêrîtan Canozer de yê ku bi hinceta 'Heyecanê' di dema şopandina nûçeyê de hatî binçavkirin îddîaname hat amede kirin. Notê nûçeyan yê Bêrîtan wek delîl bi îddayê "endama rêxistinê ye" û "propagandayê dike" tê nîşandan.
Li Sûrê 52 roj dorpêç û qedexe berdewam dike. Nûçegihana me Bêrîtan Canozer di 12'ê Kanûnê de di dema şopandina nûçeyê ji bo meşa Sûrê bi hinceta 'heyecanê' ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Derbarê Bêrîtan de îddaname hat amedekirin. Di îddîanameya ku ji Dadgeha Cezayê Giran a 4. yê Amedê re hatî pêşkêşkirin de, notê nûçeyan tevî parvekirinên medyayê civakî bi îddîayê "endama rêxistinê ye" û propogandeyê rêxistinê kiriye" wek delîl hatî nîşandan.
Di îddîanamê de ev xal hatin nîşandan, "Li navçeyên ku şer lê heyî, hişmendiya ku dewlet şer pêk tîne û berpirsyariya wê dewlete tê nîşandan", "Nasnameyê çapemeniyê li gorî berjiwendiya rêxistinê bikaranîn", "hêzên ewlekarî wekî hêzê êrîşkar yên hember gelê sivîl nîşandan" û "hêzên ewlekarî wek hêzên kojer lanse kirin."
'Ez dixwazim nûçe binvîsim lê nivîsandin sûce!'
Dozgerê ku îddîaname amedekiriye îddîa kir ku girseyê li ber AZC Plazayê meşîne Bêrîtan wan bi rêvebiriye û notê nûçeyê a ku dibêje "ez ê nûçe binvîsim' jî wek delîl hat nîşandan. Di îddîanamêde wiha hat gotin, "Kesê gumanbar ji bo hiyerarşiya rêxistinê nasnameya çapemeniyê bikar aniye û di çerçoveyê hedefa rêxistina terorê de tevgeriya ye. Bi aweyek sîstematîk propogandayê rêxistinê kiriye û ji bo berjiwendiya rêxistina terorê hatine weşandin. Kesê gumanbar di parvekirinên xwe yên medyayên civakî de propogandayê rêxistina terorê PKK/KCK'ê kiriye û ev yek jî hatiye fêmkirin."
Rûnişkandina Bêrîtan yê despêk wê di 29'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4. yê Amedê were dîtin.
(rc)