'Dem dema xwedî derketina berxwedana gela ne'

09:11

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo 2 rojan dest bi greva birçibûnê kirin, Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê herkes li gorî wijdana xwe tev bigere li hemberî komkujiyên li Kurdistanê beden nemine.

Li Colemêrgê Dayikên Aştiyê ji bo pêşî li komkujiyên Kurdistanê yê ku bi destê dewletê tê kirin bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê li avahiya ÎHD’ê berdewam dike Dayikên Aştiyê diyar kirin ku heya ku pêvçûn û komkujiyên ku li Kurdistanê diqewimin dawi bibin ew ê di çalakiyan de cih bigirin. Li her deverê Kurdistanê Dayikên Aştiyê dest bi çalakiyan kirine û bi vî awayi helwesta hikumetê şermezar dikin. Li Colemêrgê jî Dayikên Aşitiyê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji Dayika Aştiyê Nazê Sayan a ku beşdarî çalakiya grevê bûye diyar kir ku ew ê heya dawî ji bo gelê têkoşer li berxwebidin û wiha got, "Em ketin greva birçîbûnê ji ber ku êdî mirov nikare li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bêdeng bimîne cenazên me li kolanan dimînin, lê em nikarin herîn cenazeyên xwe bînin, gelo ez dipirsim ev çi mirovahiye wisa? Em li hemberî zilme zordariyê serê xwe natewinîn.”

“Em ê bi çalakiyên demokratik hêza dagirkeriyê têk bibin”

Dayika Aştiyê a bi navê Hatîce Bozdag ji anî zimên ku dewlet li hemberi gelê kurd komkujiyên rûreş pêk tîne û wiha pêde çû, "Dewlet ji hêza gele kurd ditirse ji ber wê jî serlêdanê komkujiyan dike, bila bizanin ku em tu car li hemberî komkujiyên dewletê serî na tewinin ev helwesta hikumetê me piranî hêz dike. Em ê bi çalakiyên xwe yên demokratik hêza dagirker têk bibin."

“Dem dema xwedî derketina berxwedana gelane”

Her wiha Dayika Aştiyê Rêzbar Temel jî aşkere kir ku dewlet li hemberî gelê kurd sûç dike û da xuya kirin ku Dayik û jin tu car li hemberî hişmendiya dewletan dev ji têkoşîna xwe bernedane û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez greva birçibûnê da me ji ber ku dewlet êdî gava ku me dikuje jî nahêle ku em cenazeyên xwe li kolanan bigrin gelo ev çi welatê misilmane rojava yê tirkiyê çima li hemberî qetil kirina zarokan, dayikan, jinan û ciwanan bêdeng dimine ev çi wijdane wisa dem dema xwedî derketina berxwedana gelane bila herkes wisa bizane yên ku dibêjin em li gorî wijdana xwe tev diğerin divê li hemberî komkujiyan bêdeng nemine.”

Dayikên Aştiyê heya 2 rojan dê li avahiya ÎHD’ê greva birçibûnê berdewam bikin.

(rc)