Rahîbeyan ji bo aştî, ekolojî û parastina cewherî ketin rê

09:41

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kathmandê 235 rahîbe ji bo wekheviya zayendî û jiyanek xwezayî heya Delhiyê biskilet ajotin. Rahîbe di riyê xwe yê dirêj de her jinek ku rastî lê hatine jêre qala wekheviya zayendî û jiyana xwezayî ekolojî kirin û li aliyê din waneyên parastina cewherî dan jinan.

Li paytexta Nepal ya Kathmandê ji Manastira Drukpa Budist 235 rahîbe ji bo jiyana ekolojî û wekheviya zayendî bi dirûşmeya "Rahîbeyên ku Difirin" bi bîskletê heya paytexta Hîndîstanê Delhî ger dan xwe. Rahîbeyên ku li manastirê dijîn û wekheviya zayendî esas digrin, di riyê xwe yê dirêj de her ku bêhna xwe vedane ji gel re derbarê wekheviya zayendî û ekolojiyê de axivîne. Rahîbeyan her wiha di rêde waneyê parastina cewherî dan jinan.

'Em dixwazin cudabûnê avabikin'

Derbarê gera bîskîletê de rahîbe Jigme Yudron Lhamo (32) wiha got, "Me xwest em tiştek cûda bikin û ji bo kesên din bijîn. Eger ez ne rahîbe bama, ez di nava sînorê malbatê de hatibama girtin. Bûyîna rahîbe nayê wateyê tenê li manastirê rûnişkandin û xwe aram bike. Me xwest em derên û kapasîteyê xwe yê fîzîk nîşan bidin. Derbarê wekheviya zayendî û ekolojî de em dixwazin cûdabûnê avabikin."

Jîgme ji jiyana rahîbeyan bandorbû û tevlî manastirê bû

Jigme Konchok Lhamo yê 21 salî ji rêbazê jiyana rahîbeyên ku tên gund wan bandor dibe û di sala 2006'an de biryar digre tevlî manastirê bibe. Jigme wiha got, "Derbarê cîhanê de gelek tişt dizanîbûn. Dema ku min wan dît gelek bandorbûm. Dayîka min jî bi bandor bû. Niha wek rahîbeyên manastirê em hertiştî dikin. Piştî hînê kung fu bûm xwe hîna baştir û bi ewle hîsdikim. Ji ber di warê fîzîkde hêzek mezin çêdike. Her wiha bandorek yê ser derûnî jî çêdibe."

Di meha Nîsanê de ji ber erdhejê ji 9 hezar mirov zêdetir li Nepalê jiyana xwe ji dest dan, rahîbe di heman demê de faaliyetên piştgirî jî pêk tînin. Rahîbe di 18'ê Mijdarê de ji Kathmandê ketin rê û îna çûyî gihêştin Delhîyê. Niha jî amedekariya vegerê dikin.

(rc)