Klama ji bo gelên berxwedêr vegotin

10:24

JINHA

MÊRDÎN - Ji ber êrîşên ku li gelek navendên Kurdistanê pêk tê, gelek welatî û bi taybet jin hatin Taxa Giremira yê Nisêbînê û dest bi çalakiya nobetê kirin. Dengbêjên ku ji Wanê hatine û tevlî çalakiya nobetê bûne, bi klamên xwe berxwedêrvan û welatiyên hatine kêfxweş kirin.

Ji ber êrîş û dorpêçên ser Cizîr, Sûr û Silopî ji gelek bajarên Kurdistanê welatî hatin Taxa Giremira Nisêbînê û dest bi çalakiya nobetê kirin. Dengbêjên jin ên ku ji Wanê hatine û tevlî çalakiya nobetê bûne, bi klamên xwe nobetê xweşk dikin. Dengbêjên jin diyar kirin ku ew klaman ne ji ber kêfxweşiyê ji ber êşê dibêjin û gotin klam di nava Kurdan de nîşaneyê êşê diyar dike. Dengbêj Mudaddes anî ziman ku ew ji ber êşên dijî klaman dibêje û wiha got, "Di demên borî de şer di navbera mêran de pêk dihatin, lê ev dewlet li hember jin, zarok û pîran şer dike. Hem cenazeyên me li kolanan tên ragirtin û hem jî zarokên biçûk tên qetilkirin."

'Em ê bi klamên xwe şervanan kêfxweş bikin'

Mukaddest da zanîn ku klam ji êşan tê ser ziman û got dengbêjî ne karê her kesiye. Mukaddes destnîşan kir ku dengbêjî karek yê evînê û hestên kure û wiha pêde çû, "Ji ber hincetên vala bi ser malên mede digrin û zarokên me digrin girtîgehan. Em çibikin xwedê me wek Kurd anî dinê. Ji ber vê em divê li ziman, çand û gelê xwe derên. Em wek hunermend ji Wanê bi armanca piştgiriyê em hatin. Divê berxwedanvan bizanibin ku ew ne bi tenê ne. Em li gel gerîla, gel û şervanên xwe ne. Wek dayîk û jin erkên ku dikevin ser milê me em ê pêk bînin. Em ê klamên xwe ji bo kêfxweşiya gel vebêjin."

'Di vê pêvajoyê de erkên giran dikevin ser milê jinan'

Ji dengbêjên Wanê Meryem Tuncer jî da zanîn ku ew ê li hember êrîşên ser Kurdistanê têbikoşin û bi berxwedan silavkirinê dest bi gotina xwe kir. Meryem da zanîn ku di salên 90'an de gelek gundên Kurdan hatine şewitandin û dagirkirin û bi vî aweyî gel bi zorê dane koçkirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez van êrîşan şermezar dikim. Divê cerdevan dest ji îxanetê ku dikin berdin û piştgirî bidin gelê xwe. Divê zarok û jin xwedî li axên xwe derên. Divê em tev bi lezgînî xwedî li Cizîr, Sûr û Silopiyê derên. Em ji Serhedê ji bo piştgiriya berxwedanê hatin û heya dawî em ê li berxwe bidin. Em ê bi klamên xwe êşê gelê xwe vebêjin."

(rc)