Hember dîwarên Berlînê yê Nisêbînê banga berxwedana topyakûn

12:17

JINHA

MÊRDÎN - Meşvanên Botanê bertek nîşanî dîwarên ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin dan û wiha gotin, "Erdogan xwe çi dihesibîne? Difikirin bi dîwarê 3 metreyan berxwedana gel yê bi hezaran sal biçewsînin? Êdî dema pasaportan bi dawîbû. Sala çûyî ji bo Kobanê em li Pîrsûsê bûn. Li wir gel hember tangan têlan derbaskirin û çûn Kobanê. Eger pêwîstbe li Nisêbînê jî pêlekan werin çêkirin cardin em ê xwe bighînin gelê xwe."

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berxwedana gel didome. Herêma sînor a ku di navbera Nisêbîn û bajarê Qamişlo yê Rojava leşkeran bi 2 metreyan firehî û 3 metre jî bilindahî dîwarên beton lêdikin. Girseyê ku ji bo Meşa Botan yê Mezin hatibûn Taxa Girêmîra yê navçeya Nisêbînê bertek nîşanî lêkirina dîwaran dan. Welatiyan dan zanîn ku lêkirina dîwaran perçeyek ji polîtîkayê komkujî û astengî yê li Kurdistanê pêk tê û wiha gotin, "Ne dîwarê 3 metre bila yê 100 metre jî avabikin, ew ê nekaribin me ji hev perçe bikin."

'Her rojek em bêdeng bimînin, em ê bi komkujiyên nû hişyar bin'

Yûksel Şahîn diyar kir ku divê dimildest dîwarên tên danîn bên rawestandin û gelê Kurd ber bi sînorê Qamişlo û Nisêbînê ve biherike û wiha got, "Divê em li hember polîtîkayên înkar û asîmlasyonê xwe bi rêxistin bikin. Eger gelê me li hember Cizîr û Sûrê bê deng bimînin dê hikûmet belayên mezintir ser serê me veke. Êdî kêr giha hestî, roj roja hişyarbûnê ye û roja serhildanê ye. Heya gelê Tirkiyê bêdeng bimîne em ê her roj bi komkujiyên nû hişyar bin. Gavê din topek li Cizîrê malek ket. 10 welatî di bin xaniyê hatî hilweşandin de têkoşîna jiyanê didin. Heya kengî em ê bêdeng bibin."

'Li hember êrîşên Hîtlerwarî berxwedana topyekûn'

Sara Akyûz yê ku ji navçeya Bêrecûkê yê Rihayê ji bo Meşa Botanê hatî Nisêbînê diyar kir ku dervî berxwedana topyekûn ji gelê Kurd re riyek din nemaye û got lêkirina dîwaran Dîwarên Berlînê tîne bîra me û wiha dirêjî da gotina xwe, " Divê em êrîşên Hîtlervarî bibînin. Têlên bi strî têra nakê vê carê ji bo bi rûmeta gel bileyzin dîwaran lêdikin. Ev bûyer ferqa wê ji cenazeyê Taybet yê ku li Silopî bi rojan li kolanan hatî hêştin nîne. Wek gelê ku bi salane em berdêlên giran didin, em ê destûrê nedin kes bi rûmeta me bileyze. Ji bo azadiya xwe dê berxwedana me bidome."

'Pêwîst be em ê pêlekan danin'

Ji meşvanên Botanê Xezal jî wiha got, "Erdogan xwe çi dihesibîne? Difikirin bi dîwarê 3 metreyan berxwedana gel yê bi hezaran sal biçewsînin? Êdî dema pasaportan bi dawîbû. Sala çûyî ji bo Kobanê em li Pîrsûsê bûn. Li wir gel hember tangan têlan derbaskirin û çûn Kobanê. Eger pêwîstbe li Nisêbînê jî pêlekan werin çêkirin cardin em ê xwe bighînin gelê xwe. Kes bila sebrê me nepîve. Wek dayîkê şehîdan em ji tiştek natirsin. Sebra me nema. Em ê dorpêça li ser Cizîrê bişkînin. Êdî riyê vegerê nîne. Dostê Kurdan dervî Kurd nîne. Bi vê zanistiyê bêy ku piştgirî ji kesek bê xwestin divê em dest bi berxwedanek topyekûn bikin."

(rc)