Sînorê Nisêbîn û Qamişlo bi bariyeran tê girtin
12:23
JINHA
MÊRDÎN – Di navbera sînorê Nisêbîn û Qamişloya Rojava de piştî kolana xendekan niha jî bi bariyerên betonê dîwar tê nijintin.
Ev nêzî salekî ye di navbera sînorê navçeya Nisêbîn û bajarê Qamişlo yê Rojava de bi hînceta “Ewlehiyê” xendeka ferahiya wê 5 metre û kûrahiya wê jî 5 metre ye ji aliyê leşkeriya tirk ve tê kolan. Xendeka dirêjahiya wê gihiştiye 5 kîlometreyan ev demek bû hatibû rawestandin. Dewleta tirk cardin ber bi Cizîrê ve dest bi kolandina xendekan kir.
Niha jî dîwar dinijinin
Piştî xendekê vê carê jî bariyerên beton anîn û li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo rêz kirin. Bariyerên danîne ser sînor 3 metreyan bilind in. Xebatên dewleta tirk ên danîna dîwar didome.
(bg/eb/rc)