Li cihê ku birindar hene dibin dorpêçê de ye
12:45
JINHA
ŞIRNEX – Di serê sibê de hêza deweletê li navçeya Cizirê li ser xaniyan gulebaran kir û gelek welatî bigiranî birindar bûn. Parlamenterên HDP’ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu destnîşan kirin ku dewlet operasyonek berfireh dide destpêkirin û ji bo birindaran rakin nexweşxaneyê bang kirin.
Navçeya Cizira Şirnexê ya ku ev 41 rojin di bindin dorpêça hêza dewletê deye vê sibê taxa Cudî hate gulebarankirin. Li mala ku hevserokên Meclîsa Taxê ya Gelan û gelek kes lê didiman hate topbarankirin û di encamê de 15 kes birindar bûn. Hete hinbûn ku di nav birindarên ku heya niha tu agahî ji wan neyê standin û dermankirin Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye û rewşa Endamê PM’a DBP’ê ya Cizirê Mehmet Yavuzel gelek giran e. Ji ber bomberandina zêde tu kes nikare xwe bigihene birindaran û wan rakin nexweşxaneyê. Her wiha Gerînendeyê Giştî yê Azadiya Welat Rohat Aktaş rojnamegerê duyemîn e ku li navçeya Cizirê birîndar dibe ye. Di 20'ê Çileyê de jî, kameramanê ÎMC TV'yê Refîk Tekîn di gulebarana hêzên dewletê de ji piyê xwe birîndar bibû.
Navên kesên di encama êrîşê de birindar bûne ev in Rohat Aktaş, Sercan Ugur, Murat Aslan, Muharrem Erbek, Azad Yilmaz, Abdullah Zîleyaz, Endama KJA’yê Ferîde Aslan, Îslam Kalkan, Mehmet Yavuzel, Faîk Ozkan.
Qad dibin dorpêçê deye
Li taxa ku di serê sibê de êrîşa bombebarandin lê hate kirin de gelek xanî hatin hilweşandin heya niha bombebarandin berdewam dike û hate ragihandin ku hêza dewletê bi bombeyên gazê êrîşa xwe berdewam dike. Hevserokê Meclîsa Taxê ya Gelan Mehmet Tunç diyar kir ku tax tev dibin dorpêçê de ye û dibe ku înfazên mezin pêk werin.
'Dê hikûmet dibin vê de bimine’
Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz jî desnîşan kir ku tax tev dibin dorpêçê de ye û dewlet amedekariya operasyonek mezin dike û wiha got: “Li taxê gelek birindarên ku rewşa wan giran hene. Xebatkarên DBP'ê, rojnameger û jin jî hene. Eger tiştek bi hevalên me bibe dê hikumet dibin vê de bimîne. Bila demîldest ev birindar rakin nexweşxaneyê û bên dermankirin.”
'Dixwazin sivilan înfaz bikin’
Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku dewlet armanç dike ku sîvîlan înfaz bike û wiha axivî: “Em ketine xema hevalên xwe yên ku li wir birindar in. Bi hezaran welatî dibin xeteriyê de ne û bi qetlîamê re rû bi rû ne. Divê hemû gel demîldest rabe ser piyan û berê xwe bide Cizirê.”
(ho/rc)