Nesrîn Ebdullah: Yên YPG û YPJ'ê nas dikin divê Rojava jî nas bikin

13:23

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah da xuyakirin, ku YPG û YPJ li qada navneteweyî weke hêzeke leşkerî tên qebûlkirin û got, "Yên ku me weke hêzeke leşkerî qebûl dikin, divê êdî Rojava jî bi xweseriya xwe nas bikin. Divê her kes baş zanibin ku em hêzeke leşkerî ne bi sîstema xweser a Rojava ve girêdayî ne."

Ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, xebatên xwe yên dîplomatîk û rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Nesrîn da zanîn ku şoreşa Rojava li gorî şoreşên cîhanê gelekî cuda pêk hatiye û destnîşan kir ku şoreşa Rojava hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê civakî û siyasî ve şoreşek e. Nesrîn got, "Şoreşa Rojava xwedî rewşeke xweser e. Di gelek şoreşan de destpêkê şoreş tê kirin, karê afirandina sîstemê û civakê ji piştre tê hiştin. Lê belê li Rojava em hemû bi hev re pêk tînin. Yek ji hêzên herî mezin ên ev şoreş afirandin, jinên bi pêşengiya YPJ'ê tevdigerin e." Nesrîn diyar kir ku hêza herî mezin a vîna DAIŞ'ê li gelek cihan şikand, jin e û da zanîn ku jin îro jî bi pêşengiya YPJ'ê di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de têkoşîneke mezin dimeşînin. Nesrîn bal kişand ser bandora berxwedana li Rojava li ser qadên siyasî û leşkerî û destnîşan kir, ku bi vê yekê re li Rojava ji aliyê çandî, exlaqî û civakî ve jî guhertineke mezin hatiye afirandin.

'Heya hêzên navneteweyî ji vê hêza li rojhilata navîn bi pêş dikeve, heye'

Nesrîn ragihand ku têkoşîna YPJ'ê ya li Rojava bandoreke mezin li qada dîplomasiyê jî kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jinên Kurd bi kincên xwe yên leşkerî re ji aliyê Serokkomarê Fransayê Hollande ve li qesra Elysee hatin pêşwazîkirin û piştre li gelek welatan em bi kincên xwe yên leşkerî ji aliyê rayedarên dewletan ve hatin pêşwazîkirin, me gelek hevdîtin pêk anîn. Ev rewş, ji bo dîtina asta jinên Kurd gihaştine, girîng e. Ji ber ku haya van welatan êdî ji vê hêza li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve, heye."

'Nasnameya leşkerî ya YPG û YPJ'ê li qada navneteweyî hat qebûlkirin'

Nesrîn da xuyakirin, ku di encama hevdîtinên wan ên li qada navneteweyî de, YPG û YPJ'ê weke nasnameyeke leşkerî hatine qebûlkirin û got, "Me li qada dîplomatîk vegot, ku bi çi rengî pêşî li stratejiya DAIŞ'ê girtine. Me ji wan re ragihand, ku li ser gelek çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê hêzên me ve hatin zevtkirin, planên di ser Efrîn û Derya Spî re çûyîna Ewropa û li bendergehên Ewropayê pêkanîna êrîşan, hatine girtin."

'Yên me weke hêzên leşkerî qebûl dikin, divê Rojava jî nas bikin'

Nesrîn diyar kir ku yên wan weke hêza leşkerî qebûl dikin, divê wan bi nasnameya xwe ya siyasî yanî weke hêzeke leşkerî ya rêveberiya xweser a Rojava nas bikin û got, "Em ne hêzeke, ku dewlet me li hemberî DAIŞ'ê didin şer kirin. Divê her kes vê baş bizanibe. Yên me qebûl dikin, divê bi nasnameya me ya siyasî me qebûl bikin. Belê, ji aliyê leşkerî ve em xurt in. Lê belê em hêzeke bi rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava ve girêdayî ne. Eger wê destekê bidin me, pêwîste vê destekê di ser rêveberiya xweser a Rojava re vê bikin."

'Girînge hêzên navneteweyî êdî Rojava nas bikin'

Nesrîn bibîr xist, ku hin welat ji ber hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re û ji ber planên xwe, hewl didin li qada navneteweyî li pêşiya rêveberiya xweser a Rojava bibin asteng û destnîşan kir, ku divê êdî hêzên navneteweyî biryara xwe bidin û Rojava nas bikin. Nesrîn got, "Yên ku xwe weke nûnerên nirxên însanî û demokrasiyê dibînin, girîng e fêm bikin ku sîstema Rojava tê wateya parastina nirxên însanî. Têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Rojava, ji bo parastina nirxên însanî ye. Me nehişt DAIŞ mezin bibe. Pêwîste hemû welat li vê rastiyê mikur bên û qebûl bikin."

Nesrîn da zanîn ku têkoşîna wan a li hemberî DAIŞ'ê wê li her cihê DAIŞ gefê lê dixwe bidome û diyar kir ku armanca Hêzên Sûriyeya demokratîk bi temamî azadkirina Sûriyeyê ye. Nesrîn ragihand ku kantona Efrînê ev 3 sal in di bin ambargoyê de ye û bi êrîşan re rû bi rû ye. Nesrîn destnîşan kir, ku ji bo ev ambargoya li ser Efrînê were rakirin, operasyonên wan wê bidomin. Nesrîn bibîr xist, ku çeteyên mîna El Nûsra êrîşî Efrînê dikin û anî ziman, divê hêzên navneteweyî ji bo rakirina ambargoya li ser Efrînê bikevin nava tevgerê.

'Ji bo me ti wateya xetên sor ên li dijî me hatine danîn, nîne'

Nesrîn bibîr xist ku Tirkiye car carna guleyan berdide Rojava û got, "Em alîgirê wê ne ku bi Tirkiyeyê re di nava hurmeta cîrantiyê de tevbigerin. Ti pirsgirêka me bi Tirkiyeyê re nîne, Girîng e Tiriye bi vê zanibe. Lê belê em ê qebûl nekin ku gule li gel bê reşandin." Nesrîn di dawiya axaftina xwe de got, "Axa Sûriyeyê ya Sûriyeyiyan e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ji Sûriyeyê ne. Di nava vê hêzê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî gelek derdor hene. Ji bo sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin, têdikoşin. Ji bo me ti wateya xetên sor ên li hemberî me hatine danîn, nîne."

(rc)