YPJ'î li Akedemiya Rojda perwerdehiyê dibinîn

13:31

JINHA

KOBANÊ – Şervanên ku tevlî nav refên YPJ’ê dibin li Akedemiya Şehîd Rojde perwerdehiyê dibinin û xwe ji bo qadên nû amade dikin.

Kantona Kobanê pîştî ku bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin şervanên YPJ’ê di Hezîrana 2015’an de Akedemiya xwe ya ewîl vekir û dest bi perwerdehiyê kir. Akedemiya ku navê Pêşengê berxwedana Kobanê kir û di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Rojda hate dayîn. Şervanên jin li Akedemiyê perwerdehiya teorî û şerê leşkerî dibinin. Akedemiya Rojda bi tevlîbûna dehan jinan bi devreyên nû perwerdehiya xwe berdewam dike.

Her wiha di Akedemiya Rojdayê de perwerdehiyên wek Dîroka jinê, dîroka Kurdistanê, dîroka Kobanê, girîngiya perwerdehiyê, zanîstî, rastiya serokatî, xweseriya demokratîk û perwerdehiya leşkerî tê dayin. Di dewreyê de ligel perwerdehiyê nîqaşên wek jina azad û çand û exleqê jî tên kirin. Her wiha di akedemiyê de ji bo kesên tevlî perwerdehiyê dibin ji bo xwe baş binin ziman perwerdehiya zimanê kurdî tê standin.

Şervanên jin ên nû di serê sibê de radibin û werzîşê dikin. Piştî taştê perwerde dest pê dike û hemû şervan tevlî wanê dibin. Piştî xwarina nîvro şervan demek behna xwe vedidin û çardin dest bi wanê dikin û heya êvarê perwerde dibinin.

Najîn Bab a ku tevlî perwerdehiyê dibe anî ziman mirov bi perwerdehiyê hêz digire û li hemberî hemû êrîşan dikare xwe bi parêze.

Aljîn Kobanê jî diyar kir ku ew bi perwerdehiyê re fêrî rastiyê bûye.

Şervan Zozan Kobanê jî bilêv kir ku ew ji bo rawestandina dîlitiyê tevlî perwerdehiyê bûye û got ku ji bo azadiya jin û azadiya civakê li vir e.

(ho/rc)