Dorpêça Surê di 53'an de berdewam dike

14:04

JINHA

AMED -Navçeya Sûra Amedê ku ev 53 roj e dibin dorpêça hêza dewletê deye, gel li hemberî bomberandinê de li ber xwe dide.

Gelê li navçeya Sûra Amedê yên ku ev 53 roj e dibin dorpêça hêza dewletê de ne ligel hemû êrîşan li ber xwe didin. Hêzên dewletê bi mehan e ku bi tang, top û çekên giran hewl dide ku bikeve taxên berxwedanê lê ji ber berxwedana gel û hêzên YPS'ê nikare gav bavêje. Bi rojan e sewqiyata leşkerî bênavber berdewam dike û duh jî tangên nû sewqî navçeyê hatibû kirin. Gelê ku li pişt xendekan li ber xwe didin bi tu awayî destûr nade ku hêza dewletê bike navçeyê.

Hêza dewletê ku her tim rastî berxwedana gel tê di saetên sibê de bi bomberanan cardin êrîş bir ser gel û di encama bombebaranê de gelek xanî hilweşiyan û şewat derket. Ji taxên ku cihên dîrokî hedef tê girtin, dûxan bilind dibe.

(ho/rc)