Bi hezaran kes ji Nisêrbinê ber bi Cizirê ve dest bi meşê kirin
14:04
Çile
23
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Bi hezan welatî ji bo biçin Cizîra ku di seatên serê sibê êrîşên bombebarandin lê hate kirin li taxa Mîrayê li hev kombûn. Welatiyên ku li hev civiyan dest bi meşa Cizirê kirin.
Li ser banga rêxistina DBP'ê ya ji bo meşa Botanê bi hezaran kes li taxa Mîrayê ya navçeya Nîsêbînê li hev kombûn xwestin biçin Cizîrê ya ku vê sibê rastî êrîşa bombebaranê hat û di encamê de 10 kes birindar bûn, e. Welatiyan dest bi meşa Botanê kirin û bi dirûşmeyan ketin rêya Cizîrê.
(ho/rc)