Polîsan êrîşî meşvanên Botanê kirin

15:43

JINHA

MÊRDÎN - Meşvanên Botanê yê li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê di nobeda berxwedanê de ne ku ji ber zêdebûna êrîşan ber bi Cizîrê ketin meşê rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Berxwedana gel li hember êrîşan didome.

Bi hezaran kesên li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê bi banga DBP’ê ji bo Meşa Botanê hatin cem hev, piştî agahiya îro li Cizîrê di encama top li malekê ket herî kêm 10 sivîl ku di nav de Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavuzel jî heye, birîndar bûn, ketin nav tevgerê. Gel li ser vê agahiyê bernameya xwe ya meşê kişand pêş, berê xwe Cizîrê, 10 kîlometreyan derketin derveyî bajar. Piştre pêşiya gel bi barîqatên leşker û polîsan hat birîn.

Girseya ji bo şkandina dorpêçê bi israr, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Gel li hember êrîşa polîsan bi keviran bersivê dide, her wiha berxwedana gel didome.

(rc)