Hêlîn sewqî Artukluyê hate kirin

15:58

JINHA

ŞIRNEX - Hêlîn Oncu ya ku li navçeya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin, sewqî Nexwşexaneya Dewletê ya Artukluyê Mêrdînê hate kirin.

Xwendekara zanîngehê Hêlîn Oncu ya ku di 21'ê çileyê de li navçeya Cizîra Şirnexê ji aliyê hêza dewletê ve hate birîndarkirin û li ser biryara DMME'yê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, sewqî Nexwşexaneya Dewletê ya Artukluyê hate kirin.

Hate hînbûn ku xeteriya jiyana Hêlînê nemaye û rewşa wê ber bi başiyê ve diçe. Her wiha dermankirina Hêlînê berdewam dike.

(ho/rc)