Li Nisêbînê 2 welatî hatin binçavkirin
17:03
Çile
23
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê du welatiyên di hûndirê wesayîtekî de hatin rawestandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li Kolana Cumhuriyetê wesaîyetek sivîl a marqa Connect ji aliyê polîsan û maşîneyên zirxî ve hate rawestandin. Polîsên di wesayîtên de lêgerîn kir, piştre nasnameya welatiyan kontrol kir. Piştî lêgerînê du welatiyên navên wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin.
Hînceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Welatî birin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê.
(bg/eb/rc)