Mamosta Kelsum: Dê şoreşa Bakur bi pêşengiya jinan serkeve
09:15
Şengar Biradost/JINHA
SİLÊMANÎ- Endama Navenda Meclîsa YNK'ê Mamosta Kelsum diyar kir ku dê weke Kobanê berxwedana Bakurê Kurdistanê jî biserkeve û got: "Şoreşa Bakur jî wek Kobanê wê bi pêşengiya jinan bi ser keve. Jinên Kobanê tenê şoreş bi ser nexistin, di heman demê de zihiniyeta civakê jî dane guhartin."
Piştgiriya berxwedana Bakur li her çar aliyê Kurdistanê mezin dibe. Tayîbetî jî jin li berxwedana bakur xwedî derdikevin û piştgiriyê dikin. Endama Navenda Meclîsa Yekêtiya Nîştîmaniya Kurdistan (YNK) ê Mamosta Kelsum di derbarê berxwedana li Bakurê Kurdistnaê bi pêşengiya jinê pêşdikeve ji ajansa me ya JINHA yê re axvî. Kelsum ragihand ku ew wek jinên nava rêxistin û siyaseta YNK 'ê de bi her awayî li pişt tevgera şoreşa jin pêşengiya wê dike li Bakurê Kurdistanê ne.
Mamosta Kelsum di despêkê de berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û wiha got: "Em wek YNK û wek jinên Başur berxwedana Bakur silav dikin. Jinên Kurd bi ceseareta xwe têne naskirin. Berî her tiştî pêwîste em jinên her çar aliyê Kurdistanê bi rêxistinî xwedî yek bername bin. Ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurd tenê bi hevgrtinê serkeftin bi dest aniye, û bi xiyanetê jî lawaz bûye. Di hemî şerên tên kirin de jin bûye qûrbanî. Lê niha jinên Rojava û Bakur şerê jiyanê dikin. Ba baweriyame ewe ku Kurdistan wê bi dest û dilê jina Kurd azad bibe."
'Divê pêşmerge ji bo Bakur dêdeng derxîne"
Mamosta Kelsum bilêv kir ku ev şerê qirêj nayê pekirandin û wiha domand: "Heya kengê em serî ji tirkan re bitewînin. Qebul kirina vî şerî hevkariya bi dagîrkeran re ne. Berî herkesî nabe pêşmerge bêdeng bi mîne. Çunkî deriyê azadiya Kurdistanê di bakur re derbas dare. Pêwîste bi jin û zilam em çek hilgrîn û parastina Kurdan bi kin li herderê."
Mamosta Kelsum wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev şerê ku dagîr keran daye dest pêkirin, Wê bixwe bi agrê vî şerî bişewtin. Şoreşa Bakur jî wek Kobanê wê bi pêşengiya jinan bi ser keve. Jinên Kobanê tenê şoreş bi ser nexistin, di heman demê de zihiniyeta civakê jî dane guhartin."
(zt)