'Zagonên Jin mertala parastina jinan e'

09:16

JINHA

EFRÎN - Di çerçoveyê xebatê înşakirinê de Weqfa Jin yê Kantona Efrînê di sala 2015'an de ji 181 dozên jin 100 doz çareser kirine.

Di sala 2015'an de Weqfa jinê bi hevkariya Lijneya Aştî, komîngeh û rêxistinên jinan ên li Kantona Efrînê gelek dozên jinan girtin dest û ji bo çareseriya kete nava tevgerê. Derbarê mijarê de Rêvebera Weqfa Jina Azad yê Kantona Efrînê Hemîde Mihemed nirxandin kir. Hemîde destnîşan kir ku çavkaniya pirsgirêkan zîhniyeta desthilatdariyê ye û got li hember vê ew perwerde esas digrin.

Hemîde derbarê xebat û erka navenda jin de nirxandin kir û wiha got, "Erkên navendên jinan a sereke ew e ku xwedî li jinan derkevin û wan bi hêz bikin. Ji ber jin di nav civakê de hatiye perçiqandin û ti mafê wê nemaye. Em di tevahiya navendên xwe de perwerdekirina jinan esas digirin û li ser çareseriya dozên wan disekinin. Jixwe bi saziyên jinan re li Kantona Efrînê tekîliyên me hene û li gorê her dozê em raporên xwe dişînin cihê ku lê çareser bibe."

Hemîde wiha qala dozên ku hatine navendê û çareseriya wan kir, "Di sala 2015'an da me gelek doz bidest girtin û bi kareke hevbeş a rêxistinên jinan encameke berbiçav derkete holê. Weqfa jinê di salê de 10 doz ji komîngehan re şand, 12 doz radestî Mala Jinê yên bajarên Mebetli, Reco, Mîdenkê û Şeran kir. Dozên ku bi Asayîşa jin ve girêdayî bûn 13 bû û ya Lijneya Aştiyê jî 8 he bûn. Weke din jî bi dehan dozên din me li saziyên din belav kirin wek Rêxistina Sara, dadgeh, meclîsa Teşrie ya rêveberiya Xweser û şeradariyê. Me wiha jî xwest li her navendekê rewşa jinê were bidest girtin û di mijara çareseriyê de ser sekinandin çê bibe."

Hemîde da zanîn ku ew li rêbazên cûda yên çareseriyê digerin û wiha pêde çû, "Cihê herî zêde em dozê jinan dişînin Lijneya Aştî û komîn in. Lê carna em li rêbazên cuda jî digerin. Di hin rewşên pirsgirêk giran be de em raporên xwe amade dikin û ji Asayîş û Dadgehê re dişînin ji bo ku doza jinan li wir were bidawîkirin. Hemîde gotinên xwe wiha domand, "Em dizanin jin ji ber çanda paşverû û zilmasalar a desthilatdar û bazirgan nekarîbû pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike. Lê bi Şoreşa Rojava re jinan saziyên xwe yên xweser birêxistin kirin. Di vir de jî me bala xwe da pirsgirêkên cur be cur ku jin dijîn û me ji bo çareseriyê jî projeyên jin ên xweser pêşdîtin. Bi van xebatan dê jin bikaribe di derbaskirina çanda zilamsalar de rêbazê têkoşînê bibîne û ber bi civaka azad ve pêşve biçe. Hîna bi tevahî pirsgirêk bidawî nebûne. Jixwe Zagonên Jinê hatin pêşxistin û ev li beramberî sûcên giran wek qetilkirina jinan di bin navê namûsê û hwd. mertala parastina jinê ye."

Hemîde bilêvkir ku ew di azadiyê jinan de bi biryarin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Em bi biryar in ji bo azadiya jinê li ber xwe bidin û bigihêjin mafê azadiyê yê tevahiya jinan. Ji bo zanekirin û pêşxistina têgihştina jinan, em bi rêya semîner, perwerde, ragihandin û rêbazên dewlemend xebat didin meşandin. Di dawiyê de em bang li jinan dikin hêz bidin me û xwe jî bihêz bikin. Li beramberî hovîtiya zilamê serdest têkoşîna xwe bilindtir bikin."

(fr/rc)