'Şoreşa Rojava nîşandana hêza cewheriya jinane'
09:19
Ozlem Çiçek/JINHA
STENBOL- Seroka Konseya Jinên Rojava Amina Bekir diyar kir ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê jin hêza pêşengin û got: "Me di pêvajoya şoreşa Kobanê de dît, em îro li Bakurê Kurdistanê jî dibînin jin hêza pêşengin, hêviya jinê rêxistinê avadike."
Di Şoreşa Rojava de di parastin û ji nû ve avakirina jiyanê de bê goman rolê herî giring ê jinane. Konfedralîzma demokratik a mînaka wê li ti deverên cîhanê neyî bi destê jinan tê avakirin. Me ji Seroka Konseya Jinên Rojava Amina Bekir a ji despêkê heya dawiyê di nava şoreşa Rojava de cîh girtî, wê pêvajoyê û li hemberî êrîşan rêxistina jinên Bakurê Kurdistanê pirsî.
'Beriya şoreşê ti rengê jinan nebû'
Amina, da zanîn ku beriya şoreşa Rojava ti rengê jinan nebû û bi şoreşê re jinan rengê xwe dîtiye û wiha domand: "Zêdetir bi ziyaretkirinên malan jinan di nava YPJ'ê de cîh girtin û rola pêşengiyê girtin. Jinan li hemberî dijminek hov DAIŞ'ê şer kirin û bûn tirsa xwinên çeteyên DAIŞ'ê." Amina destnîşan kir ku ev serketinên jinan hêla ku jin di ferqa hêza xwe ya pêşengiyê debe.
'Hêviya jinan rêxsitinbûnê avadike'
Amina, wiha berdewam kir: "Me di pêvajoya şoreşa Kobanê de dît, em îro li Bakurê Kurdistanê jî dibînin jin hêza pêşengin, hêviya jinê rêxistinê avadike. Me dît bi destê jinan dikar jiyan û azadî bê avakirin. Weke berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava li Bakurê Kurdistanê jî li hemberî êrîşên dewleta tirkan navendên jiyanê mezin dike. Me bi şoreşa Rojava re rengê xwe dît. Tekoşîna jinan li Bakurê Kurdistanê jî bi heman şêweyî pêşde diçe. Ji bo wê jî divê hemû jinên ji hemû gelên cuda li Kurdistan û Tirkiyê vê tekoşînê mezin bikin."
'Tekoşîna hemû jinan ji bo heman mafane'
Amina wiha pêde çu: "Tekoşîna jinên ereb, kurd, tirk, suryanî û hemû jinên cîhanê ji bo heman mafane. Tindiya pênc hezar salan ser jinan hatî meşandin, tenê ser jinên kurd nehatiye meşandin. Ser jinên tirk jî heman tindî hatiye meşandin. Çawa ku bi şoreşa Kobanê re tindiya deshilatiya mêran ser jinan dawîbû em dixwazin ev li hemû cîhanê bi vî awayî be."
(zt)