Di çalakiya nobetê de Ozlema ji Orduyê: Dê aştî biserkeve
09:44
Medya Cebe /JINHA
MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê ya di roja 4'an de li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê berdewam dike de ji derveyî kurdan welatiyên tirk jî cihê xwe digirin. Ozlem Turunç a ji Orduyê diyar kir ku ew di ferqa van êrîşên der mirovahiyê denin ji bo wê jî ew ji bo aştiyê hatine Nisêbînê û wiha got: "Heya ev şer û dorpêç bi dawî nebe emê ji vêderê neçin. Ez di wê barweriyê deme dê rojên ronî bên û emê hemû gel bi hev re ser vê erdnîgariyê jiyan bikin."
Ji bo piştevaniya berxwedana Botanê ya li hember êrîş û dorpêçên hêzên dewletê berxwedana li Taxa Girêmîra a Nisêbînê despêkirî di roja 4'an de berdewam dike. Di nava welatiyên ji gelek navend û navçeyan hatine de Ozlem Turunç a ji Orduyê jî heye. Ozlem sedema hatina xwe ya vê derê wiha anî ziman: "Her mirov aştiyê dixwazin. Em bibiriyarin ji bo dawikirina vî şerî. Ji bo dawîkirina vî şerî divê em kurd, tirk û hemû gelên dinê destê xwe bidin hev."
'Mirov tê qetilkirin lê deng dernakeve'
Ozlem destnîşan kir ku vêderê ne weke di televizyonên tirkan de dixwiyê ye û wiha domand: "Li vêderê mirov di şertên jiyana zor denin. Jin, zarok, ciwan, kal û pîran qetildikin, kes dengê xwe nakin. Em li vêderê kombûne, heya dawîbûna şer emê li vêderê bin. Ez di wê baweriyê deme dê roniya rojê derkeve, emê hemû gel bi hev re ser vê erdnîgariyê bi hev re bijîn.
(zt)