Sibel Guneş: Li hemberî rojnamegeran şer heye

10:17

JINHA

AMED - Sekretera Giştiya Cemyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) yê Sibel Guneş diyar kir ku ew dê li gel rojnamegerên li Kurdistanê ewlehiya canê wan nîne bi wî awayî nûçeyan dişopînin û ji aliyê deshilatiyê ve weke medyaya "terorist" hatî îlankirin di nava şêwirmendiyê debin û got: "Ser rojnamegeran şer heye, mafê wan ê ji gel agahî girtinê gasp dikin. Rojnamegerî mafê ji gel agahî girtinê ye."

Rojnamegerên ji Stenbolê ji bo piştevaniya rojnamgerên li Kurdistanê di dema şopandina nûçeyan de rastî êrîşên hêzên çekdariyên dewletê tên hatine herêmên Kurdistanê yên şer lê berdewam dike dê nobetê bigirin. Ji bo Nobeta Şêwirmendiyê ya Rojnamegeran dê koordinasyon bê avakirin, dê diruşma gişti ya rojnamegeran "Em li peyî rastiyanin, li gel hempîşeyên xwe ne" be. Sekretara Giştiya TGC'ê Sibel Guneş da zanîn ku gava yekem a şêwirmendiyê dê bên Amedê bi hev re daxuyaniyek hevpar bidin.

'Rojnamegerî xebatek civakiye'

Sibel wiha axivî: "Li vêderê ser rojnamegeran şerek tê meşandin. Dewlet her dem xebatên rojnamegerên li vêderê weke xebatên terorê dibîne. Ji bo wê ye li her derê rojnameger hedef tên girtin. Li deverên dinê weke Stenbol û Îzmîrê jî tindiya ser rojnamegeran heye, lê li vêderê şert hîn zêdetir cudane. Divê kes ji dayîna rastiyan netirse. Mafê rojnamegeran heye ji gel agahî bigire. Ji xwe pîşeyek ji bo gel hatiye vekirin. Di nava deshilatiyê de mafê agahî zanînê yê gel nîne. Tenê rojnameger dikarin rastiyan bigihînin gel. Ev peyîwirek civakiye."

'Ez rojnamegerên jin pîroz dikim'

Sibel bilêv kir ku li Kurdistanê rojnamegerên jin zêdetir dibin hedef û di dema şopandina nûçeyan de ewlehiya canê wan nîne û wiha domand: "Rojnamegerên jin li vêderê karek gelek bi cesaret dikin ez wan pîroz dikim. Ewana bi çavê jinan rastiyan digihînin me.

Nivîsa Nobeta Şêwirmendiya Koordinasyona Rojnamegeran wihaye: "Em li peyî rastiyanin, li gel hempîşeyên xwe ne. Şerê piştî 7'ê Hezîranê cardin ketî jiyana me girtina canan berdewam dike. Dixwazin rojnamegerên li vêderê rastiyan digihînin bêdeng bikin. Bi dorpêça bajaran re dixwazin rastiyan veşêrin. Hîna 30 hempîşeyên me di girtîgehan denin. Ji bo rastiyan bigihînin gel bê ewlehiya canê xwe xebitîne. Emê heyetek ji rojnamegeran biçin deverên qedexe bigerin. Ji bo xebata li gel hempîşeyên xwe emê her hefte komek rojnameger biçin li herêmên qedexe nûçeyan bişopînin. Yên dixwazin beşdarî çalakiya me ya nobetê bibin dikarin bi vê navnîşanê xwe bigihînin me dayanismanobeti@gmail.com .

Nîşeyên girêdayî nobeta şêwirmendiyê:
Ev çalakiyek şêwirmendiyê ye ji bo wê jî;
-Yên tevlî çalakiyê bibin dê li gel hempîşeyên me li herêmê bixebitin.
- Dê hempîşeyên me bi xwe daçuna xwe dabîn bikin.
-Her hempîşeyên me yên beşdarî nobetê bibin, ji çalakiyê û encamên wê berpirsin."

(zt)