Li Nisêbînê teqîn
10:18
JINHA
MÊRDÎN – Li Kolana Cumuriyetê ya Nisêbînê di dema derbasbûna maşîneyên zirxî yên polîsan de teqîn pêk hat. Di teqînê de maşîneyên zirhî darbe xwarin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hember maşîneyên zirxî yên polîsan ku taxên Kişla û Zeynel Abidîn dorpêç kirine, li Kolana Cumuriyetê di seatên şevê de çalakiyek bi teqînî ya dijwar pêkhat. Teqîna li hember maşîneyê zirxî pêk hat li seranserî navçeyê hate bihîstin. Piştî teqînê li cihê bûyerê şewat derket û demek dirêj ji cihê bûyerê dûman bilind bû.
Hate zanîn ku di teqînê de maşîneyek zirhî ruxiya ye. Piştî teqînê polîsan bênavber ji maşîneyên zirxî kolanên taxê gulebarankirin û demek dirêj dengê çekan hate bihîstin. Di derbarê windahiyên can de agahî nehatin bidestxistin.
Piştî teqînê ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mûdaxeleyî şewatê kirin.
(bg/zt)