Li Cizîrê ji 28 birîndaran yekîdinê jî jiyana xwe jidest da
10:52
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya Cizîrê ji 28 birîndarên di malekê de dihatin girtin yekîdinê jî jiyana xwe jidest da. Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku rewşa 18 birîndaran girane. Mehmet bilêv kir ku li gel biriyara AİHM'ê ya tedbîrê jî birîndarê bi navê Cihan Karaman jiyana xwe jidest da.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî êrîşên dewletê berxwedana gel kete roja 42'yemîn. Li taxa Cûdiyê duh di topebarana êrîşên hêzên dewletê de 28 kes birîndar bûbûn û rewşa wan her diçe girantir dibe. Duh êvarê Cihan Karaman ê ku DMME'yê ji bo rakin nexweşxaneyê biryara tedbîrê girtibû jiyana xwe ji dest da. Hate hinbûn ku ji birîndaran rewşa 18 kesan her diçe girantir dibe.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku duh şevê bi birîndaran re bû têkîlî hate qutkirin, serê sibehê careke din çêbû. Mehmet destnîşan kir ku rewşa birîndaran giran e û birîndarekî din jî jiyana xwe ji dest daye û nasmaneya welatiyê ku jiyana xwe ji dest daye hêj nekarîne tespît bikin. Mehmet destnîşan kir ku her ku dem derbas dibe rewşa birîndaran jî ber bi xirabûnê ve diçe û li malê ji bo ku mudaxaleyî birîndaran bikin tiştek di destên wan de tuneye. Mehmet da zanîn ku topebarana li dijî cihê ku ew lê ne jî berdewam dike. Mehmet got ku dewlet bi astengkirina birîndaran a nexweşxaneyê di nava hewldana qatlîama komî de ye.
Mehmet banagawaziya xwe ye duh şevê dubare kir û wiha got: "Li vir tê xwestin qatlîamekî nû ya sivîlan bê kirin. Heke di demeke kin de tiştek neyê kirin dê ji vir cenazeyên wan bên wergirtin."
(zt)